Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê hate damezirandin. Di aktîvîteyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî, destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê ji merheleyên zehmet derbas bûye û got: “Dema dîtin jinên ku mirinê li rewa dibînin li pêşberî wan wek avê siyasetê dike li xwe danenîn. Nikarin dest me bidin, wek duh wê îro jî bişewitin.”
Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê damezirandina xwe bi aktîvîteyek li Navenda Çand û Hunerê ya li Beyoglûyê bi şîara “Em li îradeya xwe xwedî derdikevin. Meclîsên Jinan bi rêxistin dikin” îlan kir. Di aktîvîteyê de Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Fîlîz Kerestecîoglû, endamên Meclîsa Partî, Hevseroka HDP’a Stenbolê Aysel Guzel, Berdevka Kongreya Jinên Azad a Stenbolê Pinar Turk, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Dayikên Aştiyê, Ji Bo Aştiyê Hewldanan Jinê (BÎKG) û gelek jin amade bûn. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyona têkîldarî têkoşîna jinê hate pêşendan. Piştre Hevseroka HDP’a Stenbolê Aysel Guzel axivî.
Guzel got bi vê Meclîsa Jinê ve li Stenbolê rojek dîrokî qewimiye, wiha dewam kir: “Xebatên me yên li Stenbolê wê têkoşîna jinê mezin bike. Em mecbûr in ku em bi zimanê siyaseta jinê di siyasetedê bi awayekî çalak cih bigirin û zimanê jinê veguhezin van qadan.”
KONCA: BI RÊXISTINBÛYINÊ EM DÎROKA XWE DINIVÎSIN
Dûvre, Berdevaka Meclîsa Jinê ya HDP’ê û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca axivî, destnîşan kir ku di tevahî dîroka têkoşînê di her qadê de rastiya jina berxwedêr heye, got: “Em wek kedkarên berxwedanek nehatiye nivîsandin, bi rêxistinbûyina li mal, kolanan ve dîroka xwe dinivîsin. Ji bo nîvcoyê ku hevalên me yên jin ji bo hiştine veguhezin siberojê, ev damezirandin gelekî girîng û bi nirx e.”
YUKSEKDAG: DI HER ZÎVIROKA DÎROKÊ DE YÊN SERKEFTÎ JIN IN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê ji merheleyên zehmet derbas bûye û heta roja me hatiye. Yuksekdag diyar kir ku wek jinên îtîrazî nîzame heyî dikin, têkçûyinê qebûl nakin, got: “Di her zîviroka dîrokê de yên bi ser ketine jin in. Dibe navên me cuda bin, lê îsyana me yek e. Em berxwedana hezar salan a jinê vediguhezînin. Em di navenda siyaseta jiyanê de bûne hêzek.”
Yuksekdag bi lêv kir ku 7’ê Hezîranê, pêngava berê dîrokê guhert ked û serkeftina jinê ye, got îro jî hewl didin vê destkeftiyê tine bikin. Yuksekdag anî ziman ku wek wekîl hêza xwe ya esasî ji meclîsan digirin û ji meclîsa li Enqereyê zêdetir li beramberî van meclîsan berpirsiyar in, têkîldarî destlênedana jî ev got: “HDP’e ne di wê meclîsa Enqereyê de be, heta emrê xwe yê heyî wê ew meclîs wê seqet bibe. Wê nikaribe ji wî halê xwe yê nexweş rizgar bibe. Nikarin xwe ji siyaseta paqij xwedî bikin. Kîmyaya wan tevlîhev bû. Li Stenbolê li her derê di têkoşîna rizgariya jinê de jin cihê hene. Nikarin dest bidin ji ber wek duh wê îro jî bişewitin.”
Piştî axaftinan, bi awayekî fermî damezirandina meclîsê hate îlankirin, rozek bi jinên endamên meclîsê hatin vekirin.
Aktîvîte bi guhdarkirinê muzîkî dewam kir.