Meclîsa Jinê ya Fîdan kongreya xwe pêk anî

Li bajarê Elmanya Hagenê, Meclîsa Jinê ya Fîdan kongreya xwe ya 3. pêk anî.

Li bajarê Elmanya Hagenê, Meclîsa Jinê ya Fîdan kongreya xwe ya 3. pêk anî.

Kongre bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin û nîqaşên berfireh lê hatin kirin. Di kongreyê de raporên xebatê û malî hatin xwendin, nîqaş hatin kirin û piştre endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Komîsyonê rêxistinbûyîn, têkiliyên dere, çand, civakî, jin-ciwan, malbatên şehîdan, bawerî û çapemeniyê hatin avakirin.

Ji bo hevserokatiya meclîsê hilbijartin hat kirin. Kongre diyarî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin.

Di kongreyê de piştre bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zarokan pasta jê kirin. Kongre û pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" bi dawî bû.

...