Meclîsa Jinê ya Denîz Firat kongreya xwe ya 2. pêk anî
Li Aachenê, Meclîsa Jinê ya Denîz Firat kongreya xwe ya 2. lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de hat gotin, "Em hebûna xwe biparêzin û sîstema xwe ya jiyana azad ava bikin."
Li Aachenê, Meclîsa Jinê ya Denîz Firat kongreya xwe ya 2. lidar xist. Di axaftinên li kongreyê de hat gotin, "Em hebûna xwe biparêzin û sîstema xwe ya jiyana azad ava bikin."
Li bajarê Elmanya Aachenê, Meclîsa Jinê ya Denîz Firat bi şiyara "Jinên Kurd ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe têdikoşin", kongreya xwe ya 2. lidar xist. Kongre bi beşdariya 60 jinan li Mala Gelê Kurd a Aachenê pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dîwana ji sê kesan hat hilbijartin.
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê berdevka dema bihurî Saadet Denîz ve hat kirin. Denîz xebatên sal û nîvek bihurî nirxand.
ANDOK: TEVGERA ME YA JINÊ JI HEMÛ JINÊN CÎHANÊ RE BÛ MÎNAK
Piştre Nûnera TJK-E Zelal Andok pêvajoya heyî nirxand û got, "Têkoşîna me ya azadiyê nîşan daye ku divê bi çi rengî li hemberî êrîşên sîstema bi serdestiya mêr rêxistinbûyîn were afirandin û têkoşîn bê meşandin. Tevgera me ya jinê, ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya moralê û modeleke mînakdar."
Andok bal kişand ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û got, "Faşîzma AKP'ê bi awayekî namerdî êrîşî gelê me, jin, zarok, extiyar û ciwanên me dike."
Andok bal kişand ser bexwedana mezin a têkoşîna azadiyê li dijî vê hovîtiyê û got, "Di vê pêvajoya em tê de ne, divê em bi hêz û vîna xwe hebûna xwe biparêzin û sîstema xwe ya jiyana azad ava bikin."
Piştî axaftina Andok, daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser têkoşîna azadiya jinê hatin xwendin.
Piştre bi dengê delegeyan ji bo rêveberiya dema nû 3 berdevk û meclîsa nû ya ji 7 komîsyon û 35 endaman hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.