Meclîsa Jinê ya DBP'ê: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Meclîsa Jinê ya DBP'ê, li ser komkujiya li Dîlokê ya bi destê DAIŞ'ê hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclîsê bibîr xist, ku di vê komkujiyê de jin û zarok hedef hatine girtin û destnîşan kir, berpirsyarê komkujiyê AKP ye. 

Di daxuyaniyê de hat ragihand, bi komkujiyan tê xwestin vîna jinê ya berxwedêr bê şikandin, civak teslîm bê girtin û koledarî li ser civakê were ferzkirin.

Di daxuyaniya Meclîsa Jinê ya DBP'ê de hat gotin, "Lê wê bi ser nekevin. Li hemberî her şêwe komkujî, şîdet, destavêtin û destdirêjiyê, di şexsê jinên Kurd de wê hêviya siberoja gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi têkoşînê werin mezinkirin. Divê rejîma AKP'ê vê bibîne."

Meclîsa Jinê ya DBP'ê xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û veger li maseya muzakereyê bê kirin.