Meclîsa Jinê ya Berçem kongreya xwe ya 5. lidar xist

Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Elmanya Gîessenê, kongreya xwe ya 5. lidar xist. Nûnera TJK-E ya li kongreyê peyivî, roja dayikan di serî de li Dayika Uveyş û Dayika Hatînce li hemû dayikên Kudistanî pîroz kir.

Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Elmanya Gîessenê, kongreya xwe ya 5. lidar xist. Nûnera TJK-E ya li kongreyê peyivî, roja dayikan di serî de li Dayika Uveyş û Dayika Hatînce li hemû dayikên Kudistanî pîroz kir.

Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Elmanya Gîessenê, kongreya xwe ya 5. lidar xist. Di kongreya ku rewşa dawî ya siyasî lê hat nirxandin de meclîsa qada Gîessen û Sîegenê hat damezrandin.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di axaftina xwe ya li kongreyê de bal kişand ser têkoşîna YPJ'ê ya li Rojava li dijî DAIŞ'ê diemşîne û destnîşan kir ku pêşengiya YPJ'ê ji hemû jinan re bûye hêvî. Nûnera TJK-E Ferînaz Xorsewanî ya di dema hewldana xilasiya ji tecawizkariya endamên îstîxbarata Îtanê de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

Axaftvan, helwesta rejîma Îranê ya li hemberî jinan şermezar kir û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7'ê hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Nûnera TJK-E got, "Pêwîste gelê me bi awayekî aktîf tevlî xebatên bikaranîn û berhevkirina dengan bibe." Berdevk der heqê pêvajoya çareseriyê de jî destnîşan kir ku helwesta AKP'ê nayê qebûlkirin.

Nûnera TJK-E da zanîn ku ji hemû neyîniyên biqewimine wê AKP berpirsyar be û bal kişand ser girîna rêxistinbûyînê.

Di vê navberê de xebat û amadekariyên Meclîsa Jinê ya Berçem a ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan bi berfirehî dewam dikin. Di kongreyê de ji bo salekê biryar hatin wergirtin û endamên nû hatin hilbijartin. Piştî nîqaşan Meclîsa Jinê ya Berçem, Meclîsa Qada Gîessenê û berdevkên wê hilbijart. Her wiha Meclîsa Sîegenê jî hat avakirin. Wê li Wetzlar, Dîldenbûrg û Lîmbûrgê jî bi şêweyê komunan xebatên jinan werin meşandin.

...