Meclîsa Jinê ya Avesta 9. kongrea xwe pêk anî
Meclîsa Jinê ya Avesta, kongreya xwe ya 9. li paytexta Awûstûrya Viyanayê pêk anî.
Meclîsa Jinê ya Avesta, kongreya xwe ya 9. li paytexta Awûstûrya Viyanayê pêk anî.
Meclîsa Jinê ya Avesta, ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê dixebite, kongreya xwe ya 9. lidar xist. Kongre bi beşdariya 50 delegeyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê pêk hat.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan destpê kir. Beşdar li ser rê û rêbazên rêxistinbûyîna dema nû ya jinên li Viyanayê sekinînin û rewşa dawî ya siyasî nirxandin.
Di kongreyê de rêveberiya nû ya meclîsê hat hilbijartin. Kongre bi vegotina jiyan û berxwedana Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, bi dawî bû.