Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî lînca li hemberî Dêrsim Dag da

Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî lînca li hemberî Dêrsim Dag da û got ku “Em bi hevala xwe re ne, wê têkoşîna me ya aştî, demokrasî û azadiyê bidome.”

Parlementera HDP’ê Dêrsim Dag ji aliyê medyayê ve bûbû hedef. Meclîsa Jinan a HDP’ê nerazîbûn nîşanî lînca li hemberî Dêrsim Dag dan û daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya heyî ji zû ve ye partiya me HDP’ê dike hedef. Tifaqa AKP û MHP’ê bi operasyonên qirkirinên siyasî dixwaze HDP’ê tune bike û di demên dawîn de parlementerên me yên jin dike hedef.

Herî dawîn jî li hemberî parlementera me Dêrsim Dag jî kampanyayeke lîncê hatiye destpêkirin. Dêrsim Dag parlementera herî ciwan a meclîsê ye û têkoşîna aştî û demokrasiyê didomîne. Em bi hevala xwe re ne, wê têkoşîna me ya aştî, demokrasî û azadiya jinê bidome. Em bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî vê kampanyayê derkevin.”