Meclisa Jinan a BDP’ê êrîşa li dijî HDK’ê şermezar kir
Meclisa Jinan a BDP’ê êrîşa li dijî HDK’ê şermezar kir
Meclisa Jinan a BDP’ê êrîşa li dijî HDK’ê şermezar kir
Meclisa Jinê ya BDP'ê, êrîşa duh li Sînop û Samsunê ku li dijî heyeta HDK'ê pêk hat şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye.
Meclisa Jinê ya BDP'ê, têkildarî êrîşa duh li Sînop û Samsunê ku li dijî heyeta HDK'ê pêk hat bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye. Meclisa Jinê di daxuyaniyê de diyar kir ku navê CHP û MHP’ê jî di nava êrişê de derbas dibe û polîs li hemberî êrîşê bêdeng mane. Meclisa Jinan, da zanîn ku ev agahî û daneyên ku hatine komkirin nîşan dike ku êrîş bi plan û zanebûn pêk hatiye û kesên aştî û biratiyê naxwaze ev êrîş pêk anîne. Jinan, da zanîn ku ev êrîş lîncê ye pêk hatiye û dixwazin li ser navê gelê Derya Reş vê êrîşê bidin xuyakirin. Jinan, anî ziman ku Gelê Derya Reş ji aştiyê natirse û ne berpirsiyarên êrîşê ne û wiha got: "Berpirsiyarê vê êrîşê hikûmeta AKP'ê ku tekêşîna kurdan a demokratîk "terorize” dike ye. Ev êrîş bi armanca provokasyonan pêş dikevin û dixwazin aloziyan zêde bikin. Balkêş e heyeta HDK’ê diçe kijan bajarî li wir koma êrîşê tê amadekerin û êrîşên lîncê pêk tîne. Ev dide xuyakirin ku bi pilan û zanebûn ev êrîş pêk tên. Em wekî meclisa jinê diyar dikin ku ev êrîş di şexsê HDK'ê de li dijî aştî û biratiyê pêk hatiye û şermezar dikin. Hikûmeta AKP'ê berê di bin navê KCK'ê de operasyon li dijî sendîkayên kedê pêk dianî, niha jî di bin navê DHKP-C'ê de operasyonan pêk tîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Em dixwazin AKP destê xwe ji ser kedê bikşîne û endamên KESK'ê bi lezgîn serbest berdin.