Maya Plîsetskaya jiyana xwe ji dest da

Ji balerîn û koreografên navdar ên Rûsyayê Maya Plîsetskaya di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Ji balerîn û koreografên navdar ên Rûsyayê Maya Plîsetskaya di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Dîrektorê Giştî yê Şanoya Bolşoy Vladîmîr Ûrîn yê mirina Maya Plîsetskaya ragihand anî ziman ku hunermenda navdar ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Maya Plîsetskaya firsend dît ku bi balerîna mezin Elîzaveta Gredt re bixebite û cara yekemîn di 22 saliya xwe de li Şanoya Bolşoyê derket ser dikê. Plîsetskaya di sala 1943'an de ji beşa koreografî mezûn bû û li Şanoya Bolşoy weke balerîn dest bi xebatê kir.

Plîsetskaya heta sala 1990'î li vê saziyê weke balerîn xebitî û demeke dirêj li Şanoya Bolşoyê weke dansvana sereke di rolên girîng de lîst. Di koreografiyê de jî Plîsetskaya navê xwe da bihîstin û bi kariyera xwe ya hunerê ya 60 salan re yek ji hunermendên ku li derveyî Rûsyayê jî herî zêde hat naskirin bû.

Nûnerê Taybet ê Rûsyayê ji yê karê çandê berpirsyar Mîhaîl Şvîdkoy der barê mirina Plîsetskaya de daxuyaniyek da û diyar kir ku 'windahiyeke bi êş' a welêt e.