Mater: Tevî hebûna şîdetê jî jin mezin dibin!

Rojnamevan û Çêrker Çîgdem Mater, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, ji ANF'ê re axivî.

Rojnamevan û Çêrker Çîgdem Mater diyar kir ku tevî hebûna şîdetê, têkoşîna jinê mezin dibe û got, "Jin rêbazên xweparastinê diafirînin û divê hîn bêhtir biafirînin." Mater ragihand ku berxwedana tevgera jinên Kurd a li dijî DAIŞ'ê, hiştiye ku jinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji xwe bawer bikin.

Rojnamevan û Çêrker Çîgdem Mater, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, ji ANF'ê re axivî.

'NIFŞÊN NÛ TÊN, TEVGER MEZIN DIBE'

Li Tirkiyeyê ku kujerên jinan bi îdîayên 'tehrîk' û 'nêzîkatiya bi rêzdarî' bi xweşbînî tên pêşwazîkirin, hûn rewşa giştî ya jinan çawa dinirxînin?

Di wê baweriyê de me ku tevgera jinê li Tirkiyeyê di nava 30 salan de mîrateyeke gelekî mezin ji bo me hemûyan afirand. Rast e her roj bûyereke şîdetê, cînayeteke nû bi serê jinan de tê, lê belê tevgera jinê, tevî hebûna şîdeta fîzîkî û her şêweyên şîdetê jî, têdikoş e, nifşên nû tên û tevger mezin dibe. Ji çalakiya efsanewî ya Parka Yogûrtçû heta roja îro, pêvajoya qewimiye li gorî min hêja ye. Tevî xalên qanûna medenî ku bi hewldanên tevgera jinê hatin guhertin jî, li qada qanûnî hînê pêşketineke cidî mixabin nîne. Têkoşîn li vê qadê dewam dike û divê bidome. Lê belê bi dîtina min xala herî girîng; asta jinê ya li qada cemaweriyê, qada taybet û jiyana rojane ye.

Perspektîfa xweparastinê ya ku li dijî şîdeta mêr di van rojan de gelekî li ser tê nîqaşkirin, ji bo jinan xwedî girîngiyeke çawa ye?

Li gorî min, dema mirov li tevgerên jinan ên roja îro yên li Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn binêrin, hingî pênaseya herî rast a bê kirin; berxwedan e. Jin hem li hemberî sîstemê, hem li hemberî dewletê, hem jî li dijî serdestiya mêr li ber xwe didin û qadên xwe yên taybet diparêzin. Ji bo vê parastinê jî êdî rê û rêbazên xweparastinê diafirînin û divê biafirînin.

'JINÊN KURD HIŞTIN KU LI ROJHILATA NAVÎN Û TIRKIYEYÊ JIN JI XWE BAWER BIKIN'

Di vê çarçoveyê de, li Rojava, Kobanê, Şengalê jin li dijî dijminê jinan çeteyên DAIŞ'ê li refên herî pêş şer dikin. Ev rewş ji bo tevahiya jinên li Rojhilata Navîn tê çi wateyê?

Tevgera Jinên Kurd, asta ku di nava 30 salan de li qada siyasî û jiyana rojane afirandiye, zêdekirina temsîliyeta li siyaseta parlamenteriyê, hebûna jinan li nava rêveberiyên herêmî û cihgirtina li qadên biryardayînê yên siyasetê, tevgera li Tirkiyeyê bi pêş ve biriye. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê. Jinên ku li dijî DAIŞ'ê li Rojava û Kobanê têdikoş in, ji ber vê yekê li qada taybet, cemawerî û siyasetê, di nava têkoşînê de ne. Berxwedana tevgera Kurd a li hemberî DAIŞ'ê, di nava jinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê baweriya ji xwe ya 'em dikarin bêhtir bi pêş ve biçin, em dikarin xwe biparêzin' afirand.