Mamoste Fatma û Adîle mesaj şandin
Endamên Egîtîm-Senê Adîle Gulçîçek Ekîncî û Fatma Gulçîçek Ari yên li Amedê hatin girtin, mesaj ji jinan re şandin û gotin, "Jin hene, jin li her deverê ne."
Endamên Egîtîm-Senê Adîle Gulçîçek Ekîncî û Fatma Gulçîçek Ari yên li Amedê hatin girtin, mesaj ji jinan re şandin û gotin, "Jin hene, jin li her deverê ne."
Endamên Egîtîm-Senê Adîle Gulçîçek Ekîncî û Fatma Gulçîçek Ari yên li Amedê hatin girtin.
Fatma Gulçîçek Ari tevî xwişka xwe name şand. Peyama mamosteyan bi vî rengî ye:
"Jinên dilovan, sedema girtina min û xwişka min Adîle li vir, xebatên me yên jinan e.
Qelskirina têkoşîna jinê û parçekirina piştevahiya jinê, polîtîkaya bingehîn a desthilatdaran e.
Jinên dilovan; em bawer in, eger em bi hev re têbikoşin, rêxistinbûna xwe mezin bikin, em ê zincîrên tirsê bişikînin.
Jin hene, jin li her deverê ne."
Li Amedê, li dijî endamên Egîtîm-Senê operasyon hatibû kirin û Adîle Gulçîçek Ekîncî ya di operasyonê de hatibû binçavkirin, hat girtin. Xwişka wê Fatma Gulçîçek Ari jî ku li kurê wê yê biçûk dinêrî, hat binçavkirin. Ari bi rojan li Midûriyeta Emniyetê ji neçarî pitika 18 mehî dimêjand. Piştî ku hat girtin, ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê, neçar ma ji pitika xwe ya 18 mehî veqete.