Malbata Rojbîn îdîayên întîharê derewand
Malbata Rojbîn îdîayên întîharê derewand
Malbata Rojbîn îdîayên întîharê derewand
Du roj berê li Hewlêrê xwendekara Zanîngeha Selehedîn ya Hewlêrê Rojbîn Yaman ku wargeha (yurd) keçan a Leyla Qasim ku tankera gazê da ser û jiyana xwe ji dest da.Mmalbat û hevalên wê bersiva îdîayên xwe xwe kuştiye û ew îdîa derewandin.
Xwendekara Zanîngeha Selahedîn ya pola duwem beşê Qanûnê dixwend Rojbîn Yaman, 27’ê sibatê, di demjimêr 14.00’an de li Hewlêrê tankera gazê da ser û jiyana xwe ji dest dabû. Di çapemeniya Başûr de hate îdîakirin ku Yamanê xwe întîhar kiye. Malbat û şahidên bûyerê hevalên wê bersiva îdîayan dan û ew îdîa derewandin.
Şahida bûyerê û hevala wê ya dibistanê Şehrîban Yaman da diyarkirin ku di demek kurt yê piştî qezayê hate cihê bûyerê û bi alîkariya kesên ji derdor hatine ew rakirine nexweşxaneyê. Yamane aşkera kir ku, Rojîn Yaman ketibû ser pişta xwe û tankera gazê dabû ser qismek bedena wê û got: “Tankera ku hatî gazê vale bike, piştû pişt çûye lê xistiye û daye ser laşê wê.”
Mamê wê Mihemed Îsmaîl û Mihmed Huseyîn da diyarkirin ku, di nava malbatê de çi pirsgirêkên wê tunebûn, beriya vê mamê wê jiyana xwe ji dest dabû, ji ber wê pir xemgîn bibû, lê belê ne diwê astê de bû ku, pirsgirêkên ruhî û derûnî bijî.
Têkildarî bûyerê Mizgîn ku piştî Şehrîbanê gihişt cihê bûyerê, bersiva îdîayên xwe avêtiye bin wesayîtê û xwe întîhar kiriye jî derewandin. Mizgînê anî ziman ku, tankera gazê ji bo gazê vale bike hatibû hundirê yûrdê keçan û got: “Di wê navberê de jî Rojbîn Yaman ji odeya xwe derket û li nava nava rê rawestiya bû, wesayîta gazê pişt û piştê lêdixe, dema Rojbîn ket erdê wesayîtê da ser.” Mizgîn destnîşan kir ku, di wê navberê de min û Şehrîban ya destpêkê çû ser cenaze qîr û hewar kir heta hinek hatin me xist wesayîtekê û bir nexweşxaneyê.