Li YE yek ji 20 jinan rastî destavêtinê hat!
Statîstîkên şîdeta zayendî ya li hemberî jinê li Yekîtiya Ewropayê (YE) nîşan didin, yek ji her 20 jinan rastî destavêtinê hatine.
Statîstîkên şîdeta zayendî ya li hemberî jinê li Yekîtiya Ewropayê (YE) nîşan didin, yek ji her 20 jinan rastî destavêtinê hatine.
Statîstîkên şîdeta zayendî ya li hemberî jinê li Yekîtiya Ewropayê (YE) nîşan didin, yek ji her 20 jinan rastî destavêtinê hatine.
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, stastîkên dawî yên hatin weşandin nîşan didin, li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê şîdeta li hemberî jinê hînê weke pirsgirêkeke giran e.
Demeke dirêj, destnîşankirina asta pirsgirêka şîdeta li hemberî jinê, weke mijareke hesas bû. Seoka Lobiya Jinên li Ewropayê Vîvîane Teîtelbaûm di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya xwecihî ya Fransayê Oûes France de da xuyakirin, ku êdî ev hêdî hêdî diguhere.
Teîtelbaûm got, "Lê belê ev yek hînê pirsgirêkek e. Em dizanin ku jin bi giranî qala şîdetê nakin an jî gilî nakin."
Li ser daxwaza wekîlên Parlamenta Ewropayê, di sala 2012'an de Ajansa Mafên Mirovan a Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê, li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê lêkolîneke berfireh kir.
Di encama lêkolînê de derket holê, piraniya jinên rastî şîdetê hatine, ev bûyer ne ji polîsan re ne jî ji saziyeke alîkariyê re ragihandine.
Lewma piraniya jinên mexdûr ji alîkariya sîstema edlî û psîkolojîk bêpar mane.
Vîvîane Teîtelbaûm got, "Li gelek welatan sîstem têrker nînin, jinan teşwîk nakin ku giliyê bikin."
Pirsgirêkeke din jî pênasekirina şîdeta zayendî û destavêtinê ye. Ev pênasekirin li gorî her welatekî Yekîtiya Ewropayê diguhere.
Li hin welatan pênasekirina qanûnî ya destavêtinê, bi bikaranîna hêza fîzîkî ve ne girêdayî ye. Bandora li ser hiş û mejî jî tê hesabkirin.
Dema li gorî vê pênasekirinê were nirxandin, hingî tê dîtin ku yek ji 20 jinan, bi gotineke din ji sedî 5 ê jinên Ewropayî rastî destavêtinê tên. Ev encam di lêkolîna sala 2012'an de derket holê. Ajansa Mafên Mirovan a Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê di sala 2015'an de ev dane hinekî din dawerand.
ŞÎDETA FÎZÎKÎ: Li gorî vê yekê tê texmînkirin ku li Yekîtiya Ewropayê 13 mîlyon mirov rastî şîdeta fîzîkî tên. Ev jî tê wê wateyê ku ji sedî 7 ê jinên navbera 18 û 74 salî yên li YE rastî şîdetê tên.
ŞÎDETA ZAYENDÎ: Li Yekîtiya Ewropayê 3,7 mîlyon jin, yanî ji sedî 2 ê jinên navbera 18 û 74 salî rastî şîdetê tên.
DESTAVÊTIN: Piştî 15 salî, yek ji 20 jinani bi gotineke din ji sedî 5 ê jinan rastî destavêtinê hatine.
DESTDIRÊJÎ Û ŞOPANDINA VEŞARTÎ: Ji sedî 18 ê jinên li Yekîtiya Ewropayê bi awayekî veşartî tên şopandin. Ev yek jî tê wateya; 9 mîlyon jin mexdûr in.