Li Yarşovê çalakiya 25'ê Mijdarê

Jinên Kurd ên li navçeya Yarşovê dijîn bi wesîleya 25'ê Mijdarê li hev civiyan.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, jinên Kurd ên li navçeya Yarşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, li hev civiyan. Kombûn bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a Yarşovê pêk hat û jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê vekirin.

Endama Meclîsa Jinên Kurd a Yarşovê Xezal Yûsûbova li vir axivî û di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Yûsûbova got, "Asta jinên Kurd û nirxên têkoşîna jinên Kurd, bala tevahiya cîhanê kişandine. Koledariya li jinan tê ferzkirin, wê bi têkoşîna jinên Kurd ji holê were rakirin. Yên xwe azad nekin û ji bo azadiyê tênekoşin, mehkûmî têkçûnê ne. Siberoja azad bi kesayetên azad pêkan e. Ji ber vê yekê, jinên Kurd ji bo siberoja azad, îro di oxira azadiyê de têdikoşin."

Piştî axaftinê, jinan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Berxwedana Jinê" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.