Li Xelfetiyê sifreya erdê hate raxistin
Jinan di pêşengtiya pêkhateyên KJA ya Xelfetiyê de bi wesîleya Remezanê li gundê Tirkmenan a navçeyê kom bûn, li ser sofreya ku hevpar amade kirin civiyan.
Jinan di pêşengtiya pêkhateyên KJA ya Xelfetiyê de bi wesîleya Remezanê li gundê Tirkmenan a navçeyê kom bûn, li ser sofreya ku hevpar amade kirin civiyan.
Jinan di pêşengtiya pêkhateyên KJA ya Xelfetiyê de bi wesîleya Remezanê li gundê Tirkmenan a navçeyê kom bûn, li ser sofreya ku hevpar amade kirin civiyan. Jinên ku li Taxa Ereh a gundê Tirkmenan civiyan, bi awayekî komînal li ser Sofreya Erdê kom bûn.
Li ser sofreya erdê Hevseroka HDP’ê ya Xelfetiyê Afîfe Canpolat, Xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jina a Şaredariya Xelfetiyê, Rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê û gelek kes civiyan. Beriya fitarê jinan xwarinên ku amade kiribûn bi hev re raxistin. Jinên li ser sifreya Erdê ya ku bi xwarinê gelerî hati amadekirin rûniştin, bi bextewariya piştevaniyê fitarên xwe şikandin, hêviyên aştiyê anîn ziman. Li fitara ku loqme jî hatin belavkirin, çaya semawerê hate belavkirin. Li sifreya erdê, rojeva welêt û pêşketinên siyasî bû mijara esasî ya sohbetan.