Li Xelfetiyê panela ‘Em xwedî li Rêbertî, xak û azadiya xwe derdikevin’

Di çarçoveya kanpanayaya ku ji aliyê KJA’ê ve bi şiyara “ Xwedî li Rêbertî, xak, azadiya xwe derdikevin” li Xelfetiyê panel hate lidarxistin.

Ji aliyê Kongerya Jinê Azad (KJA) ji bo bale bikişîn ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşîna dewletê ya li ser bajarên berxwedan xwerêveberiyê bi armanca raya giştî hestyar bikin bi şiyara “Xwedî li Rêbertî, xak, azadiya xwe der dikevin” kampanya dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanayê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê panelek hate lidarxisin. Panel li salona konferansa Şaredariya Xelfetiyê hate lidarxisin. Di panelê de gelek jin, perlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, berdevkên KJA, Dayikên Aştiyê û Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş beşdar bûn. Ji beriya ku panel destpê bike jinan ji bo hemû têkoşerên şoreşa Kurdistanê yên ku jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Piştre jî berdevak Kampanyaya KJA ya Rihayê Fatma Dogan, deklarasyona têkildarî tecrîda li ser Ocalan xwend.

Dogan, behsa girîngiya Ocalan a ji bo jinan kir, di vê pêvajoya herî dawî de tecrîda li ser Ocalan dide nîşandan ku wê peyamê didin jinan. Dogan wiha anî ziman: “Bi perspektîfên Rêbertiyê jin hê bi zanîstî dadikevin qadan û hatin nuqteya ku xwedî li têkoşîn û azadiya xwe. Ji ber vê yekê kampanayaya ku wê 6 mehan dewam dike daye destpêkirin divê jin xwedî lê derbikevin û piştgiriyê bikin.”

 ‘ EM SERÎ LI HEMBER ZEXTÊN AKP’Ê NATEWÎNIN’

Piştre Parlementera HDP’ê ya Riha’yê Dîlek Ocalan destpêkê qetlîama DAIŞ’ê ya ku li Dîlokê hate lidarxistin şermezar kir, ji malbatên ku ximên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest. Ocalan destnîşan kir ku êdî jinên Kurd di siyasetê de cih digirn û hatina jinan a vê rewşê ji aliyê dewleta desthilatdar ve nayê qebûlkirin. Ocalan wiha anî ziman: “Ji derveyî Partiya Demokratîk a Gelan li Tirkiyeyê partiyek din nîne ku li meclîsê, dawî li şer bînin. Di oxira desthilatdariya yek mêriyê de ew welat ketiye çi rewşê em hemû dizanin. Em wek jin li hember zextên AKP’ê serî natewînin.”

‘TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN WÊ BIKEVE DÎROKÊ’

Ocalan, anî ziman ku kesên ku ji aştiyê ditirsin mirovan qetildike, li welatekî ku evqas mafê mirovan tên îxlalkirin, jinên ku dengê xwe bilind nakin di rewşekî îxanetê de ne. Ocalan wiha pê de çû: “Eger ku bi Rêbertiya me re azadî pê neyê, li Tirkiyeyê tenê gavek jî nayê avêtin. Ji ber ku Rêbertî ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên hejar, yên tine tên hesibandin bê kesan e. Ji ber vê yekê jin li Rêbertiya xwe derdikevin. Jinekî ku li Minbicê fermandarî kiriye. Dîsa li Kobanê yên ku beden xwe dan ber agir Arîn e. Jin wê bi têkoşîna xwe bikevin dîrokê. Ji bo azadiya Rêbertiya xwe divê li Riha û navçeyên wê xwedî li kampanyaya ku hatiye destpêkirin derkevin.

Piştî axaftina Ocalan panel bi pirs û besivan dewam kir. Jinan fikarên xwe yên têkildarî Ocalan anî ziman û dirûşmên “ Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azad”, “ Ji Tecrîdê Re Na, Ji Ocalan Re Azadî” û tilîlî hatin qîrkirin.

Panel piştî beşa pirs-besivan bi dawî bû.

...