Li Xaneqînê peykerê nîşaneya jinên şoreşger
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) li Xaneqînê, ji bo bîranîna jinên Kurd ên şoreşger peykerek çêkirin. Di merasîma vekirinê de endamên REJAK'ê û gelek jinên li herêmê amade bûn.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (REJAK) li Xaneqînê, ji bo bîranîna jinên Kurd ên şoreşger peykerek çêkirin. Di merasîma vekirinê de endamên REJAK'ê û gelek jinên li herêmê amade bûn.
Endama REJAK'ê Mihabad Fayik li merasîma vekirinê axivî û diyar kir, jinên Kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî xurt cihê xwe di nava şoreşa azadiya Kurdistanê de girtine û bûne pêşengê şoreşê.
Fayik got, "Em weke Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê, bi xeta berxwedêr a jinan serbilind in. Weke manîfestoya jinan, têkoşîn û xebatê ji bo xwe erka sereke dibînin. Weke RJAK xwe weke piştgiriya ji bo hemû jinan dibînin. Bi taybetî jî ji bo jinên berxwedêr û têkoşer."
Piştî peyama RJAK’ê, Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya herêma Germiyanê Yûsra Receb axivî û got, "Jina Kurd ji destpêka planên qirêj ên dagirkerên Kurdistanê heya roja îro, bi ruhek şoreşgerî parastina gel, niştîman û xaka xwe dikin. Her di vê demê de du cûre şoreş destpê kirine. Şoreşa yekem li dijî dagirkerên xaka wan bû. Şoreşa duyem jî li dijî feraseta zeyendperest û mêrsalarî bû."
Piştre jî peyamên Rêvebertiya Giştî ya Saziya Têkoşîna li dijî Tundiya li Hemberî Jinan a Germiyan, Yekîtiya Jinên Kurdistan, Mekoy Kelar a Tevgera Goran, Yekîtiya Afretên Kurdistanê jî hatin xwendin.