Li Wanê jin li dijî êrîşên qirkirinê meşiyan

Li Wanê jinan bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinên ên li ser Kurdistanê û silavkirina berxwedanê meşek lidar xistin.

Li Wanê bi sedan jin di pêşengtiya KJA’yê de li Navenda Jiyanê ya Rojbîn kom bûn, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîr”, “ Qatil Erdogan”, “Jin,Jiyan, Azadî,”,”Dîsa disa serhildan, serokê me Ocalan”û “Gelê Wanê ranezê, xwedî li berxwedanê derkev” qîr kir û heta Parka Mûsa Enter meşiyan. Endama DBP’ê Çîdem Alturk, Hevseroka DBP’ê ya bajarê Wanê Caziya Dûman, aktivîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel başdarî meşê bûn.

Li Parka Aştiyê ya Mûsa Enter daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêvebera HDP’ê ya bajarê Wanê Berfîn Alev Taş ve hat xwendin. Taş diyar kir ku di 7’ê Hezîranê de hikûmeta AKP’ê derbeya siyasî pêk anî û duyemîn pêvajoya 12’ê Îlonê destpê kiriye. Taş bak kişand ser hikûmeta AKP’ê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de ev darbe meşrû kir ber bi şerekî dijwar ve bir. Taş wiha got: “AKP û rejîma Qesrê bi mehane li bajarên Kurdistanê bi bombeyan jin, zarok, ciwan û kalan qetil dike û dest bi sekvaniya siyasî kiriye. AKP’ya ku rastî berxwedana xwerveberiyê hat, hêza pêşeng ya berxwedanê jinên Kurd Sêvê, Pakîz û Fatma ji rêbazên hov mîna yên DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Wê teqez berxwedan û têkoşîna jinan bi ser bidevin.”

Taş wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk li Kurdistanê li aliyekî şer giran dike, li aliyê din Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan ê ku ev 17 sal in di girtigeha Îmraliyê de ye tecrîda li ser girantir dike. Tecrîda giran a ku ji 5’ê Nîsanê ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşandin, em napejirînin û dixwazin demildest bê rakirin. Hewara li jêrzemîna wehşetê bi tena xwe tê wateya dengê çalakiyan. Ev qetlîama ku 6 meh in li Kurdistanê tê berdewamkirin şermezar û lenet dikin. Sûr , Cizîr, Silopiya û Nisêbîn ne bi tenê ne. Em carek din li vir didin diyar kirin ku ne bi tenê ne. Em berxwedan Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê silav dikin."

Piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” girse belav bûn.