Li Wanê aktîvîteyên 8’ê Adarê: Jina Kurd koletiyê qebûl nake

Li Wanê di pêşengiya KJA de aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dewam dike. Di çarçoveya aktîvîteyan de pêşendana sînevîzyonê û semîner hatin lidarxistin.

Li Wanê di pêşengiya KJA de aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dewam dike. Di çarçoveya aktîvîteyan de pêşendana sînevîzyonê û semîner hatin lidarxistin.

Şaredariya Payîzava ya Wanê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de ji bo jin cihên Wanê yên dîrokî bibînin, aktîvîte hatin lidarxistin. Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn û bi dehan jin tevlî gerê bûn.

 ‘JIN JI MALAN DERDIKEVIN’

Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn aktîvîteya gerê wiha vegot: “Wek sala bihurî, îsal jî me aktîvîteya gerê li dar xist. Bi hezaran jinên ku ji Payîzava ne û dîroka wanê nedîtine hene. Ji bo çand, dîroka xwe bibînin em vê li dar dixin. Jinên ku cihê nû dibînin, pir kêfxweş û bi coş in. Em wek şaredarî, em ê van aktîvîteyan bidomînin. Em jinan ji malan derxin.”

‘BI SAYA RÊBERÊ ME…’

Ji jinên ku tevî gerê bûne Antîka Gundogdû got bi coş e ku ji ber cara yekê xweşikbûnên dîrokî yê Wanê dibîne, wiha anî ziman: “Em nikarîbûn ji malê derketana. Bi saya Rêber Apo, êdî bêyî em hesap bidin malê, em dikarin derkevin. Em daxwaz dikin ku demildest Rêbertiya me li gel me be.” Antîka got bi sîstema hevserokatiyê ve jin azad dibin, destnîşan kir ku yekane hêza dikare şer rawestîne jin in.

Ji jinan Sînem Malal jî bi şermezarkirina zîhniyeta ku di qetlîama de bedenên jinan teşhîr dikin, dest bi axaftina xwe kir. Malal wiha axivî: “Jin kedkar in; maxdûr in ji ber zilam. Keda jinê di ti qada jiyanê de nahêlên bê xuyakirin. Em wek jinan dixwazin êdî keda me bê dîtin. Jin tê wateya xîtapkirina her qada jiyanê.”

Nûbar Gundogdû jî îfade kir jin ji bilî nexweşxaneyê ji malên xwe dernediketin, got bi saya ked û têkoşîna jinan êdî bi hêsanî bêyî hesab bidin derdikevin. Gundogdû wiha axivî: “Bi saya Partî û Rêbertiya em, em dikarin ji malê derkevin û dîrok, nasnameya xwe fêr bibin. Em ji hemû kesên ku rêya azadiyê jinê vedikin re spas dikin. Xwedê wan ji ser serê me kêm neke.”

 ‘EM KOLEDARIYÊ QEBÛL NAKIN’

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer, Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Tûşba Harîka Ûyar û bi sedan jin tevlî aktîvîteya li mala şînê ya li Taxa Altintepe bûn. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna aştî û azadiyê, Hevseroka DBP’ê ya Navçeya Tûşba Harîka Ûyar axivî, got jinên Kurd rexmî berdêlên giran jî pergala koledarî qebûl nekirine, anî ziman ku wê têkoşînê bidomînin.

Piştî axaftinan, bername bi stranên hunermendên Navenda Çanda Nûda ve bi dawî bû.