Li Walsrodeyê Meclîsa Jinê ya Arîn ava bû
Jinên li bajarê Elmanya Walsrodeyê li hev civiyan, Meclîsa Jinê ya Arîn ragihandin.
Jinên li bajarê Elmanya Walsrodeyê li hev civiyan, Meclîsa Jinê ya Arîn ragihandin.
Jinên li Walsrode û derdora wê dijîn, biryar dan xwe di bin sîwana Meclîsê de bi rê xistin bikin. Di civîna bi beşdariya gelek jinan de, ji bo vê Meclîsê 24 endam hatin hilbijartin.
Jinan di civînê de rojeva siyasî nirxandin û destnîşan kirin, ku bîrdoziya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê wan e û ew ê di karê xwe de vê bîrdoziyê esas bigirin.
Jinan pênc komîsyonên cuda ava kirin û çarçoveyke ji bo karên xwe diyar kirin. Jinan dan xuyakirin, ku ji bo jiyaneke demokratîk mîsyona jinan girîng e û diyar kirin, li herêmê wê jineke bêrêxistin nemîne.