Li Viyana û Frankfurtê ‘nobedeta edaletê’ hat girtin

Li Viyana û Frankfurtê ‘nobedeta edaletê’ hat girtin

Jinên kurd ji bo ku komkujiya li Parîsê k udi 9’ê çile de pêk hat û sê siyasetmedarên kurd  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin ronî bibe ku li Ewropayê li ber seferatxaneya Fransayê hatin cem hev û nobeta ‘Em edaletê dixwazin’ dabûn destpêkirin li Awusturya Viyanayê û  Frakurta Almanyayê pêk anîn.

Li Viyanayê li ber seferatxaneya Fransayê nobeta duyemîn a ‘em edaletê dixwazin’ pêk hat. Çalakiya ku duh pêk hat de wêneyên her sê jinên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin derxistin û her wiha pankart û dovîzên ‘bila kujer bên dîtin û darizandin’ hatin hildan. Çalakiya ji aliyê komeleya Avesta ve hate organîzekirin, de dosyayek ji bo komkujiya Fransayê ronî bibe, pêşkêşî seferatxaneya Frasayê kirin.

Di vê navberê de komeleya Avesta de ji vir şûnde her çarşeman çalakiya xwe ya nobeta em edaletê dixwazin dê li ber seferatxaneya Fransayê saet di navbera 14.00-15.00’an de pêk bîne.  Komeleyê bang li hemû jinên kurd kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

Li bajarê Frankfurt a Almanyayê jî çalakiya nobetê pêk hat.  Çalakiya ji aliyê Meclisa Jinan a Amara ya Frankurtê ve pêk hat gelek jin tevlî bûn. Çalakî seat di 14.00’an de li ber seferatxaneya Fransayê pêk hat û girseyê wêneyên her sê jinên kurd hildan. Çalakî saet di 15.00’an de bi dawî bû.  Meclisa Jinan a Amara diyar kir ku dê her çarşemê çalakiya xwe pêk bînin.