Li UTAMARA kombûna jinan a enternasyonal

Navenda Hatinagelhev a Jinan UTAMARA, ji bo jin bên gel hev xebatên xwe didomîne. Di navbera 3-5’ê Tîrmehê de vê carê jî komeke jin ku Fransî jî di nav de bi Ekîba Jinan a UTAMARA re hatin gel hev.

Navenda Hatinagelhev a Jinan UTAMARA, ji bo jin bên gel hev xebatên xwe didomîne. Di navbera 3-5’ê Tîrmehê de vê carê jî komeke jin a Fransî jî di nav de bi Ekîba Jinan a UTAMARA re hatin gel hev.

Komeke jinên endamên "Komaleya Femînîst a ji nû ve avakirina Kobanê” bi ekîba UTAMARA re hat gel hev. Hatina gel hev a 3 rojan, zemînek ava kir ku jinên Fransiz, Kurd, Tirk, Elman, danûstendina fikrî bikin û bi ger û geştên hevpar hê zêdetir hevdu nas bikin. Jinan herî zêde parastina mirovatiyê û tecrûbeyên jinên Kurd vegotin.

JINÊN JI NETEWEYÊN CUDA AVA KIRIN

“Însiyatîfa Piştevaniya bi Jinên Kobanê re” ya di Mijdara 2014’an de li paytexta Fransa Parîsê komeke jinên ji neteweyên cuda ava kirin, bi navê “Komeleya Femînîst a ji nû ve avakirina Kobanê” bû fermî. Însiyatîfa ji neteweyên Fransî, Kurd, Tirk, Ereb, Tamîl û Elman jin têde hene, delegasyonek şand Bakurê Kurdistanê û rewşa jinên Kurd li cihê wê lêkolîn kir. Delegasyonê di vegerê de çavdêriyên xwe kir broşur û bi raya giştî ya Fransa re parve kir; bi rêya radyo, rojname û kovaran parvekirinên xwe yên der barê Tevgera Jinên Kurd de dewam kir. Însiyatîf a hewl dide bi xebatên jinan tevkariyê li ji nû ve avakirina Kobanê bike li Parîsê şevek jî pêk anî. Însiyatîf li ser esasê lokaltiya hevpar a bi Yekîtiya Star re vê xebata xwe didomîne.