Li Tubîngenê jinan tecrîd û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Li Tubîngenê bi pêşengiya Tevgera Jinan a Kurd a Elmanyayê, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate protestokirin.

Li bajarê Tubîngen a Elmanyayê, ji bo balê bikişînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê destpêkirî, standa agahdarkirinê hate vekirin û mitîngek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftvanan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin, anîn ziman ku pêwîst e alîkariyên dewletên Elman a ji bo Tirkiyê bê rawestandin.

Bal kişandin ku dema şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hatiye.

Piştî axaftinan nepoxeke ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hate firandin.

Çalakî bi dirûşme û girtina dîlanê bi dawî bû.