Li Tambovê civîna 25 Mijdarê

Jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî hemberî Şîdeta li dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev.

Jinên Kurd ên ên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinê li hev civiyan. Civîna ku li avahiya Çanda Kurd pêk hat bi yek deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd destpê kir. Di civînê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd Rûsyayê Medya Botan li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Botan di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta ku îro ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin û got: "Bûyer û qewimînên li welatê me ne yên ji rêzê ne. Bi taybet di vê demê dawî de bi destê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê gelek kesên sivîl tên qetilkirin û îşkencekirin. Di nav van kesan de jinên xwedî zarok û keçên ciwan jî hene. Zîhniyeta ku AKP û dewleta Tirk îro temsîl dike zîhniyeta paşverû û bindestiya li ser gelê me ferz dike. Di vê roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hember Şîdeta li dijî Jinê de em wek jinên Kurd ên li bajarê Tambovê dijîn, hemû êrîşên li hemberî jinan bi zimanekî tund şermezar dikin û lanet dikin."

Piştî axaftina Botan, beşdarên civînê li ser wate û girîngiya rojê nêrînên xwe anîn ziman û civîn bi vî rengî bi dawî bû.

...