Li Tambov 2’emîn Konferansa Jinan a Kurd hate lidarxistin
Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Halyas Şamoyan a ku li Tambovyê di 2. Konferansa Jinên Kurd de axivî got: “Ev konferan bila bibe wesîleya ji bo azadiya jinê, bi rûh û can xwedî li têkoşîna jinên şoreşger derbikevin.”
ANF
TAMBOV
duşem, 28 sermawezê 2016, 14:14
Rêxistina jinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê de konferansa jinan a ku her 2 salan carekê li dar dixistin konferansa 2’emîn îro li Tamboveyê hate pêkanîn. Li Navenda Çanda Kurd a Tambov kunferan bi sirûda “Ji bo Têkibirina Dagirkeriyê, Xwebûn” hate li darxistin, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ve destpê kir.
Ji gelek navçeyên derdor jin beşdarî konferansê bûn û ewilê Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Halyas Şamoyan axivî. Şamoyan di axaftina xwe de behsa rêxistinbûna jinan kir û wiha got: “Rêxistina jina Kurd îro li tevahî jinên cîhanê da nîşanadan ku xwedî sîstem û rêxistinbûnekî mînak in. Bi hezaran jin ji bo ev sîstema hemdem bigihije serkeftinê bi ruh û can têkoşîn kirin û gihiştin şehadetê. Îro em vê konferansê ji bo bîranîna jinên ku bi qehremanî pêşengtî ji jinan re kirin li dar dixin. Di nava 2 salan de gelek xebat hatin kirin. Lê dikarim bêjim ev ne bese. Li Kurdistanê pêvajoya şerekî pir xedar tê meşandin. Li aliyekê rastiya ku li Rojava û Şengal û li aliyê din êrîşên dewleta faşîst a Tirk li ser Bakurê Kurdistanê dide meşandin li ber çavan e. Divê em jin hê bêhtir bixebitin.
‘EM XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE DERKEVIN’
Şamoyan di dewam axaftina xwe de bal kişand ser zextên faşîzma hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdan û wiha pê de çû: “Ji bo bi hewarî û lezgîn tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêbertiya me dide meşandin bê rakirin, divê em jin têkoşîn û berxwedana xwe hê xurtir bikin. Wê têkoşîna me jinan tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me rake. Divê em bertekên xwe di serî de yên li dijî girtina hevserokên HDP’ê, parlementer û hevşaredarên HDP’ê bigihînin asta herî bilind.
Piştî axaftinan sînevziyana ku ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser jinan hatibû amadekirin hate pêşkêkirin û piştre jî rapora xebatê ya Meclîsa Jinên Tambov a 2 salan hate xwendin.
Di beşa 2’emîn a konferansê de jî delegeyên din ên beşdar bibûn li ser xebatên 2 salan nirxandin kirin. Li ser nirxandinên hatin kirin hate diyarkirin ku divê jin hê zêdetir rêxistinbûyîna xwe xurt bike.
Di konferansê de li gel Tambov divê meclîsa jinan li navçeyea Micûrînskê ya ku rêxistinê jinan lê pir heye jî bê avakirin. Pilankirina xebatên 2 salan li ser nirxandinên delegeyan û di çarçoveya pêşniyarên hatin kirin de bi dawî bû.