Li bajarên Bern, Lozan, Bîel, Zurîh ên Swîsreyê ji bo Ferînaz Xosrawanî çalakî hatin lidarxistin. Jinên ku derketin qadan zextên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember jin, Kurd û muxalifan şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.
ANF
BERN
pêncşem, 14 gulanê 2015, 13:54
Li bajarên Bern, Lozan, Bîel, Zurîh ên Swîsreyê ji bo Ferînaz Xosrawanî çalakî hatin lidarxistin. Jinên ku derketin qadan zextên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember jin, Kurd û muxalifan şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bern, jinên li qada Helvetia Platz kom bûn, êrîşa bû sedema ku Ferînaz Xosrawanî jiyana xwe ji dest bide û êrîşên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember gel şermezar kirin. Jinan di çalakiyê de alên PJAK, KJAR hilgirtin, dirûşmên ku rejîma Îranê şermezar dikin berz kirin û bi armanca agahdarkirinê belavok belav kirin.
Fatma Leblebîcî ya li ser navê Meclîsa Jinan a Mizgîn axivî, pêkanînên rejîma Îranê di serî de yên li hember jinan, Kurd û beşên muxalif ên li welêt dijîn bi zimanê tund rexne kir. Leblebîcî diyar kir ku wê Ferînaz Xosrawanî di têkoşîna xwe de timî bidin jiyandin. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 15 deqeyan pêk hat. Jinan çalakiya xwe bi dirûşma, “Jin jiyan azadî” bi dawî kirin.
BIEL, LOZAN, ZURÎH
Jinên di pêşengiya Komuna Arîn Mîrkan a Bîel, Meclîsa Jinan a Lozan û Meclîsa Berîtan a Zurîh derketin qadan bûyerên bûn sedema Ferînaz Xosrawanî jiyana xwe ji dest bide û piştî bûyeran êrîşên rejîma Îranê yên li hember Kurdan şermezar kirin. Di çalakiyan de hat gotin ku pêkanînên rejîma Îranê yên bi taybet li dijî jinan qet nayên qebûlkirin û dirûşmên rejîma Îranê şermezar dikin hatin gotin. Jinan têkildarî bûyerên rû dane belavok belav kirin û banga piştgiriyê kirin.