Li Swêdê şîddeta li ser jinan hate protestokirin

Şîddeta mêran a li ser jinan li Stockholmê û bajarên cihê yên Swêdê hatin protestokirin.

Saet di 12.30’an de komek Kurdistanî li Stockholmê kom bûn û li Drottnîngsgatanê çalakiyek li dar xistin.

Saet di 14.00’an de jî li bajarê Ûppsalayê înîsîyatîfa jinan li Qada Storayê bi pankarta ‘Jin, jiyan, azadî’ şîddeta mêran protesto kiri.

Li bajarên Orebro, Karlstad, Gavle û Soderhamnê jin daketin qadan û şîddeta mêran a li ser jinan protesto kirin.

Çalakgeran alayên Tevgera Jinên Kurd (TJK) hildan û bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ çalakî li dar xistin.