Li Swêdê jinan ji bo Ocalan hevdîtin bi Rêxistina Efûyê re kirin

Heyetek ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara, duh li Stockholmê bi rayedarên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtin kir û ji bo rakirina tecrîdê xwest, bikevin nava tevgerê.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Nûrten Cengîz, Nûşîn Balik û Ferah Bozcali bi rêveberên Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Seksiyona Swêdê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrea Bodekûll û Sofîa Jorgensen re hevdîtin kirin. 

Heyetê di hevdîtinê de bal kişandin ser agahî û nûçeyên li ser hewldana êrîşê ya li hemberî Ocalan ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ketin rojevê û destnîşan kir, ku vê yekê Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê dijîn xistiye nava fikaran. 

Heyeta jinan diyar kirin, astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran ên bi Ocalan re, van fikaran zêde dike.

Heyetê her wiha işaret bi tecrîda şidandî ya li ser Ocalan kir û bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin û ev yek jî li dijî mafên mirovan ên bingehîn û peymanên navneteweyî ye.

Jinan dosyayek li ser rewşa Ocalan radestî rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir û pêşniyar kir, ku ji bo rakirina tecerîda li ser Ocalan komîteyeke hevpar ava bikin.

Andrea Bodekûll jî da xuyakirin, ku ew vê hevdîtinê hêja û girîng dibînin û diyar kir, ew ê agahî û dosyaya ji wan re hatiye dayîn ji navenda rêxistina xwe re bişînin û bersiva were ji Meclîsa Jinê ya Amara re ragihînin.