Li Swêdê hewldanên danasîna Greta Garbo

Ji bo danasîna Greta Garbo ku wextekê weke hunermenda herî serketî ya sînemayê dihat dîtin, li Swêdê pêşangehên wêneyan tên vekirin û peyker tên çikandin.

Ji bo danasîna Greta Garbo ku wextekê weke hunermenda herî serketî ya sînemayê dihat dîtin, li Swêdê pêşangehên wêneyan tên vekirin û peyker tên çikandin.

Li ser 100 banknotên di meha Cotmehê de bikeve bazarê, wê wêneyên Garbo hebe.

Garbo, piştî mirina bavê xwe, ji bo debara malbata xwe bike di 14 saliya xwe de dest bi kar kir. Jiyana wê, piştî ku derhêner Maûrîtz Stîller ew nas kir, guherî. Di salên 1930 de bû yek ji hunermendên herî zêde Hollywoodê dixwest pê re bixebite. Ku di vê demê de bû yek ji hunermendên herî zêde pere qezenç dike.

Hunermendên sînema û wênevanên Swêdî, ji bo vê hunermenda Swêdî bi nifşên ciwan re bidin naskirin, biryar dan hin çalakiyan lidar bixin. Li hin bajaran pêşangehên wêneyan hatin vekirin û li sînemayan fîlmên Greta Garbo hatin nîşandan.

Li Muzeya Wêneyan a li Stockholmê jî bi sedan wêneyên ku di nav de wêneyên Garbo yên heta niha nehatine dîtin, tên nîşandan. Hunermend Lars Nordîn, ji bo vekirina pêşangeheke bi vî rengî ev 20 sal in wêne, beşek ji alav, afîşên vê hunermendê, her wiha pirtûkên têkildarî wê hatine nivîsandin, dide hev.

Li pêşangehê, wêneyê 9 saliya Garbo û wêneyên bi hevalên xwe yên li dibistanê re kişandî, ku heta niha li cihekî nehatiye weşandin, cih digirin.

Pêşangeha ku di 23'ê Hezîrane de hat vekirin, wê heta 22'ê Tebaxê vekirî be.

PEYKERÊ WÊ LI DARISTANÊ HAT ÇIKANDIN

Hunermendan, ji bo balê bikişînin ser jiyan û hunera Garbo biryar dan peykerekî jî çêbikin. Peykerê Garbo ya fediyokî û hez nedikir di medyayê de cih bigire, li cihekî li kesayeta wê tê, li daristanekê çikandin.

Peykerê ji 500 kîlogramî, ku ji aliyê peykeltraşê Îzlandî Jon Leîfsson ve hat çêkirin, bi helîkopterê birin Daristana Harjedalê û li wir danîn. Ji ber cihê lê ji dayikbûye, navê Stockholmê li vî cihê peyker lê hat çikandin, hat kirin. Lê belê ti lewha û işaretên cihê peyker nîşan didin, nîne. Mirovên dixwazin peyker bibînin, divê bi xwe bibîne.

Hunermend Garbo ya ne zewicî û zarokên wê tinebû, di sala 1990'î de li New Yorkê di nava jiyaneke bi tenê de jiyana xwe ji dest da. Cesedê Garbo hat şewitandin û xweliyên wê anîn Stockholmê. Xwelî li goristana Skogkyrkogardenê hat veşartin.

...