Li Sûriyeyê ji bo neteweya demokratîk pêngavek jî ji jinan

Li Sûriyeyê ji bo neteweya demokratîk pêngavek jî ji jinan

Jinên kurd ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo aştî û wekheviyê têkoşînek girîng dimeşînin, ji bo avakirina netewa demokratîk jî di nava hewldanan de ne. Rêxistina jinên Kurd Yekîtiya Star ku bi beşdariya jinên suryanî û ereb Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ava kir, wê di 28’ê Adarê de bi kongreyekê jî vê xebata xwe digihînin astek jortir.

Di demeke de ku li Sûriyeyê şoreşa gelan veguheriye şerê berjewendiyên hêzên serdest û talankirin didome, li Rojavayê Kurdistanê xebatên avakirina sîstemek nû her roj pêşve diçin. Di van xebatên ku yekîtî û wekheviya gelan esas tê girtin de, yek ji hêzên diyarker jî jin in. Jinên kurd ku di bin navê Yekîtiya Star de li her derê û her warê jiyanê xwe bi rêxistin kirine, li aliyekê di avakirina sîstema xweseriya demokratîk de rolek aktîf digirin, li aliyê din jî ji bo netewa demokratîk hewldanên xwe zêde dikin.

Piştî Komîteya Têkiliyan a Desteya Bilind a Kurd, jinên kurd jî bi rêxistin û saziyên jinan ên netewên din re ketin nava têkiliyê û pêngavên girîng avêtin. Piştî hewldan û hevdîtinên ku demek dirêj dom kirin, di 26’ê Çileya 2013’an de bi beşdariya jinên kurd, suryanî û ereb Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê hate avakirin. Înîsiyatîfê di vê civîna ku 150 jin tevlî bûn de li ser pirsgirêkên jinan nîqaş dan meşandin û biryara xurtkirina înîsiyatîfê girt.

Di vê çarçoveyê de di 9’ê Sibatê de jî civîna duyemîn dîsa bi beşdariya 150 jinên kurd, suryanî û ereb pêk hat. Di vê civînê de jî piştî nîqaşên kûr, biryar hat girtin ku di 28’ê Adarê de kongreyek bê lidarxistin. Jinên ku niha amadekariyên vê kongreyê dikin, dixwazin bi vê kongreyê hem pirsgirêkên xwe çareser bikin, hem jî di warê yekîtiya gelan de pêngavên girîng biavêjin.

Endama Înîsiyatîfê Nûjîn Yusuf derbarê armanca înisiyatîfê û amadekariyên kongreyê de ji ANF’ê re axivî. Nujîn Yusuf, destnîşan kir ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek hesas de derbas dibin, lewre pêdivî bi rêxistinkirinek xurt heye û ew jî bi vê fikrê derketine rê. Yusuf, got ku wekî Yekîtiya Star xebatên wan hene, lê tenê bi beşdariya jinên kurd ji bo avakirina welatekî demokratîk têrî nake, ji ber vê yekê jî wan xebatên înîsiyatîfê dane destpêkirin. Yusuf, anî ziman ku wan di encama nîqaşên berfireh de, hevdîtinên bi jinên ji neteweyên din re dane destpêkirin.

‘JIN DIKARIN XWE JI ZEHMETIYAN BIPARÊZIN’

Yusuf, bal kişand ku di rewşa niha ya Sûriyeyê de herî zêde jin zirarê dibînin û got: “Jinên ji hemû netewan vê pirsgirêkê dijîn, lewre pêwîstî bi yekîtiya hemûn jinên Sûriyeyê heye.” Nujîn Yusuf, anî ziman ku di avakirina înîsîyatîfê de wan gelek zehmetî kişandine û ev zehmetî jî wiha rêz kirin: “Jinên li tevahiya Sûriyeyê dijîn, rastiya hevdû nizanin, lewre diyalog jî zor e. Her jinek xwedî raman û felsefeyeke jiyanê ye, ji bo ku her jinek karibe jiyana xwe bi raman û felsefeya xwe ava bike, pêwîstiya vê hebû ku em hemû werin gel hev. Ji kîjan ol û netewê dibe bila bibe di encam de jin e û pêwîstiya me bi hev du heye, li ser esasê danûstandina fikir û raman me ev însiyatîf ava kir.”

PÊVAJOYA HEVDÎTINAN

Nujîn Yusuf, destnîşan kir ku wan ji bo avakirina înîsiyatîfê li Şamê û tevahiya herêma Cizîrê bi sazî û rêxistinên jinên netewên din re gelek hevdîtin çêkirine û di encama van hevdîtinan de jî, di 26’ê Çile de bi beşdariya 150 jinan civîna yekemîn li dar xistiye û îlana înîsiyatîfê kiriye. Yusuf got ku di vê civînê de ji bo çêkirina zagonan komîteya hiqûqê hatiye avakirin. Yusuf, da zanîn ku di 9’ê Sibatê de jî civîna duyemîn lidar xistiye û biryara lidarxistina kongreyê girtine û zêdetirîn li ser çêkirina zagonan nîqaş hatine meşandin.

AMADEKARIYÊN KONGREYÊ

Nujîn Yusuf, diyar kir ku di civînê de ji bo amadekariyên kongreyê komîteyek ji 16 kesan pêk tê hatiye avakirin û dest bi xebatên xwe kirine. Yusuf, anî ziman ku ji bo kongreya wê di 28’ê Adarê de bê lidarxistin, ew tevlîbûna jinên ereb esas digirin û hewl didin ku hejmara wan zêde bikin. Yusuf, da zanîn ku di çarçoveya amadekariyên kongreyê de endamên komîteyê civîn û hevdîtinên xwe didomînin.

‘ARMANC AVAKIRINA ÎRADEYA SIYASÎ YE’

Nujîn Yusuf, li ser armanca kongreyê jî ev tişt anîn ziman: “Di kongreyê de wê hemû tişt bêne nîqaşkirin. Wê zagonên derbarê pirsgirêka jinê û birêxistinkirina wê de bêne derxistin. Em dixwazin hemû jinên Sûriyeyê û Rojava bigihîjin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Emê di kongreyê de ji perwerdeyê heta rewşa zarokan, rewşa aborî û hiqûqî her tiştî nîqaş bikin. Em dixwazin îradeyek siyasî ya jinê derxînin holê. Her wiha em dixwazin li tevahiya Suryê di navbera jinan de bibin pirek.”