Li Stûttgart û Hambûrgê çalakiyên edaletê
Li bajarên Stûttgart û Hambûrgê yên Elmanyayê, ji bo sê jinên Kurd ê şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Li bajarên Stûttgart û Hambûrgê yên Elmanyayê, ji bo sê jinên Kurd ê şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.
Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê, mîna her Çarşema destpêkê ya mehê, duh jî li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li meydana Berlîner Platzê çalakî lidar xist.
Di çalakiyê de pankartên ji wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin.
Li dû xwendina daxuyaniya çapemeniyê jinan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Sakîne, Fîdan, Leyla dijîn" qîriyan û çalakiya xwe qedandin.
HAMBÛRG
Şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê MÎT'ê ve li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi mîtîngekê hatin bîranîn. Di axaftinên li mîtîngê de biryara taloqkirina doza cînayetê hat şermezarkirin û daxwaza cezakirina kiryaran hat kirin. Qisekeran dan zanîn, li pişt biryara taloqkirina rûniştina dozê, sedemên siyasî hene.
Di mîtînga li taxa Altona de, daxuyaniyên HDK-E û NAV-DEM'ê hatin xwendin û hevkariya Yekîtiya Ewropayê ya bi rejîma faşîst a Erdogan hat şermezarkirin.
Piştî xwendina daxuyaniyan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", Erdogan bombeyan dibarîne, Merkel destekê dide" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.
Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo çalakiyên li herêma Hambûrgê û meşa navendî ya roja Şemiyê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê hat kirin.