Li Stûttgart û Frankfûrtê çalakiya edaletê ya ji bo sê jinên şoreşger
Li Stûttgart û Frankfûrtê, ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz li dewleta Fransayê hat kirin, ku kiryaran eşkere bike.
ANF
STÛTTGART / FRANKFÛRT
pêncşem, 5 gulanê 2016, 10:52
Li Stûttgart û Frankfûrtê, ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaz li dewleta Fransayê hat irin, ku kiryaran eşkere bike.
Komek ji jinan li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Meydana Berlîne Platz a li bajarê Stûttgartê li hev civiya û saet di 15:00 de bi pêşengiya Însiyatîfa Jinên Kurd çalakiya nobedê lidar xist.
Di daxuyaniya li vê derê de ji dewleta Fransayê hat xwestin kiryaran eşkere bike û hat gotin, "Em bêedaletî û mijûlkirinê qebûl nakin. Ev bêdengiya Fransayê sebra me difûrîne, hêrsa me mezin dike. Lewma divê hevkar û yên teşwîqkirin, hemû bên eşkerekirin û hesab bidin gelê Kurd."
FRANKFÛRT
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Meclîsa Jinê ya Amara û Meclîsa Jinê ya Nûjîn çalakiya "em edaletê dixwazin" lidar xistin.
Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bockûnhaîme de nerazîbûn li xemsariya dewleta Fransayê hat nîşandan. Jinan diyar kirin, ku heta encamekê werbigirin ew ê çalakiya xwe bidomÎnin û bang li hemû jinan kirin, ji bo xwedî li çalakiya edaletê derkevin.
Di çalakiyê de helbesta li ser Sakîne Cansiz hat xwendin.