Li Strasboûrgê jinan çalakiya ‘’Dest li vîna min nede’’ li dar xistin.
Bi dehan jinên ku li Strasboûrgê ya Fransayê li ber gara navendî ya trênê çalakiyeke spontane li dar xistin, operasyonên li ser HDP’ê şermezar kirin û peyam dan ku gel wê li vîna xwe xwedî derbikeve.
ANF
STRASBOURG
şemî, 5 sermawezê 2016, 21:12
Çalakî ji hêla Komleya Jin a Zîn ve îşev saet 19.00’an li ber stesyonê destpê kir.
Bi dehan jin ku pankartên li ser sembolên HDP’ê û DBP’ê hebûn û bi Fransî û Tirkî nivîsîbûn, ‘’Dest li wekîlên me nedin’’, ‘’Dest li vîna min nedin’’ nivîsîbûn, wêneyên wekîlên ku hatin girtin hildan.
Jinên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn û alayên Tevgera Azadiya Kurdistanê rakiribûn, bi dirûşman polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û peyama berxwedanê dan.
Jinan têkildarî êrîşên AKP, dîktator Erdogan ên bi ser Kurdan û HDP’ê de axaftin kirin û piştre bi dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.