Li Stockholmê wê Konferansa Jineolojiyê bê lidarxistin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swêdê (SARA), bi sernavê Jineolojî-Ji nû ve avakirina zanistiyê" li paytexta Swêd Stockholmê konferansa Jineolojiyê lidar dixe.

Konferans wê di 19'ê Mijdarê roja Şemiyê de pêk were û ji gelek aliyan ve bersiv ji pirsa "Çima Jineolojî?" re bê dayîn.

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Îmran Karaer daxuyanî da ANF'ê û diyar kir, amadekariyên wan qediyan e. Karaer bang li jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî-Suryanî û Swêdî kir, ji bo tevlî konferansê bibin.

Karaer da xuyakirin, eger di roja îro de hê jî koledariya jinê gelekî xurt e, pêwendiya vê bi nêzîkatiya zanistê li jinê heye û anî ziman, zanistiya heyî li ser înkara jinê ava bûye, zayendîparêz û desthilatdarparêz e.

Karaer da zanîn, ku ew ê di konferansê de li bersiva pirsa "Çima Jineolojî?" bigerin û destnîşan kir, ku ev yek ji bo tevahiya ciavkê deriyê cîhaneke watedayînê ya nû vedike. Karaer got, "Ji bo afirandina ronakbîriya jinê, xwegihandina heqîqeta li ser rastiya jinê, avakirina jiyana azad-wekhev, parastina xwe, xwegihandina rastiya jina azad û bedew, Jineolojî gaveke girîng e. Di heman demê de ji bo mayîndekirina nirxên têkoşîna azadiya jinê û parvekirina bi jinên cîhanê re, xebatên bi vî rengî gelekî girîng in."

Endama Komîteya Amadekar Karaer da xuyakirin, têgîna Jineolojiyê yekemcar ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di çarçoveya projeya Konfederalîzma Demokratîk de hatiye bilêvkirin û ragihand, Tevgera Jinên Kurd ev çend sal in li ser têgîna jineolojiyê dixebite û xwe gihandiye qonaxeke girîng. Karaer diyar kir, konferanseke bi vî rengî ji bo wan girîng e û dixwazin mijarê li Swêdê pêşkêşî nîqaşê bikin.

Konferansa Jineolojiyê ya bi sernavê "Jineolojî-Ji nû ve avakirina zanistiyê" wê jinên ji gelek beşên civakî yên cuda li hev bicivîne. Konferans wê bi sernavên "Rastfêhmkirina avabûna zanistên civakî", "Têkiliya agahî-desthilatdariyê û mêtîngeriya zîhnî. Têkiliya navbera zanistî-azadî û jinê", "Weke destwerdaneke zîhnî li zanistên civakî: Jineolojî" were lidarxistin.

Yekîtiya Jinê ya Sara bang li jinan kir, ku 19'ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 12:00 de li Navenad Perwerdeyê ya Karkeran a Stockholmê beşdarî konferansê bibin.