BI DÎMEN

Li Stockholmê konferansa 'Jin Jiyan Azadî' didome

Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi pêşengiya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li Stockhholmê duh destpêkiribû, di roja duyemîn de berdewam dike.

Konferansa "Jin Jiyan Azadî" ku bi pêşengiya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser berxwedana jinên Îran û Rojhilat duh li paytexta Swêdê Stockholmê bi beşdariya bi sedan jinan destpêkiribû, îro bi nîqaşkirina mijarên sereke yên weke “Bandora Dînamîkên Hundir û Derve li ser Şoreşê", "Pirsgirêkên berdewamiya Serhildanan", "Şoreşa Jinê û Civak" berdewam kir.

Di rûniştina yekem a konferansê ya roja duyemîn de, parlamentera berê ya Efganîstanê Belqîs Roşen, ji Unîversîty College Cork-Îrlandayê akademisyen Rojîn Mokriyanî, ji Îngilîstanê akademîsyen Sara Kirmaniyan û ji Swêdê jî akademisyen Nêda Hoşeng, dê pêşkêşî bikin.

Di konferansê de bi sedan jinên Kurd, Belûc , Efgan û Fars amade bûn. Di rûniştinên konferansê yên roja Şemiyê de aktîvîsta Belûc Farîbe Barhanzehî axaftineke girîng kir.

Barhanzehî, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bibîr xist û anî ziman ku vê serhildanê li seranserê Îranê ronesansa fikrî û veguherîna civakî daye destpêkirin.

Barhanzehî, wiha berdewam kir, “Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' beşên civakî bi pêşengiya jinê li hev civand û tifaqeke civakî ava kir. Vê tifaqê civaka Belûcî, Kurd, Tirk, Ereb, Lor, Hazar û Tirkmen ên ku di dîroka Îranê de hewl dane hebûna xwe biparêzin, anîn ba hev.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve, gelê Belûcê bi dengekî bilind li dijî rejîma xwînxwar rabû ser piyan. Serhildanên ku li bajarên Kurdan destpêkiribû, bandor li Zahîdanê kir û hişt ku sînor derbas bike. Belûcên li Pakîstanê serhildana gelên Îranê silav kirin û bi dehan rojan xwepêşandan lidar xistin. Li bajarên Belûcistanê bi dehan sivîlên bêguneh ji aliyê muhafizên rejîmê ve hatin qetilkirin. Lê belê gelê Belûcê li dijî zilma rejîmê û qetilkirina jinan rabû ser piyan, dengê xwe bilind kir û nerazîbûnên xwe nîşan da. Îro hem Îran hem jî Pakîstan bi çekên giran êrîşî bajarên Belûcistanê dikin. Jin û zarok tên qetilkirin. Belûciyan, destnîşan dikin ku mîna di serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de divê tifaqa berxwedanê bê xurtkirin û serdestiya rejîmên nijadperest bê têk birin."