BI DÎMEN

Dagirkerî li Erfûrtê hate şermezarkirin

Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê Kurd tevî dostên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan.

Roja Şemiyê Women Defend Rojava-Jena û Kurdistaniyên li Erfûrtê meşek lidar xistin.

Di çalakiyê de Women Defend Rojava-Erfûrt, Seebrucke û Fed Kurd daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de nerazîbûn ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê re hate nîşandan û hişyarî hate dayin ku Başûrê Kurdistanê gav bi gav tê dagirkirin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, "Ji ber vê yekê em dixwazin diyar bikin ku li her derê em ê destketiyên Kurdan biparêzin." Her wiha polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li dijî Kurdên li Ewropayê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de her wiha nerazîbûn ji serdegirtinên li Belçîkayê yên li hemberî çapemeniya Kurd hate kirin, hate nîşandan.

Hevserokê Fed Kurdê Menderes Canbeg got, "Bi êrîşa li ser çapemeniya Kurd hewl didin dengê me qut bikin, lê belê çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe dewam bikin."

Meş li qada Fîschmarkê bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Serok Apo", "Hoch die internationale Solidaritaet" bi dawî bû.