Li Stockholmê çalakiyên ji bo destekkirina Ferînaz
Li paytexta Swêd Stockholmê, di şexsê Ferînaz Xosrewanî de ji bo destek ji jinên li dijî rejîma Îranê têkoşin were dayîn çalakî hatin lidarxistin.
ANF
STOCKHOLM
în, 15 gulanê 2015, 10:25
Li paytexta Swêd Stockholmê, di şexsê Ferînaz Xosrewanî de ji bo destek ji jinên li dijî rejîma Îranê têkoşîn were dayîn çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya ji aliyê Dayikên Kurd ên Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê li Qada Sergel pêk hat de, alên KJAR, YPJ, PJAK’ê hatin vekirin û dirûşmên piştgiriya bi berxwedana Mahabad û Rojava hatin berzkirin. Meş ji Qada Mynttorget heta Federasyona Jinên Kurd a Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Di meşê de dovîz û pankartên ku dixwestin darvekirin bên rawestandin û girtiyên siyasî bên berdan hatin vekirin.
Ji bo Ferînaz û jinên Kurd ên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sirûda Neteweyî ya Kurd hat xwendin.
Li ser navê girseyê Ghazal Aliyalî axaftinek kir û bal kişand ser zextên li ser jinan û têkildarî geşedanên dawî yên Îran û Mahabadê de agahî da.
Aliyalî got ku êrîşên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hember jinê pêk tên di bin agahiya rejîma Îranê de pêk tên û wiha got: “Jin nekarin pergaleke wisa ya serdestiya mêr de xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin. Rejîma Îranê bi armanca tirsê di navbera jinan de zêde bike û tecawizê wek heq bibîne, jinan wek amûr bikar tîne. Jin tevî tehdîd, darvekirin û tecawizên rejîmê têkoşîna xwe didomînin.”
Li ser navê Meclîsa Jinana Kurd a Amara a Stockholmê jî Ayşe Goktepe daxuyanî xwend û bal kişand ser piştevaniya bi jinên Kurd ên Îranê re û her wiha diyar kir ku niha bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û wek koleyên seksê tên bikaranîn.
ROJAVA LI DIJ ÊRÎŞAN BÊDENGIN
Li ser navê rêxistina Kurdistan a Komala ya Partiya Komunust a Îranê jî Sadika Muhammed jî diyar kir ku dewletên rojava li dijî zext û zordariyên li ser jinên Kurd û gelê Kurd ên Îranê bêdeng in.
Piştre hunemendê Kurd Necmedîn Gulamî derket ser dikê û stranên xwe striyan. Her wiha bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Ll GOTEBORGÊ JI BO FERÎNAZ ÇALAKIYA HEVBEŞ
Li bajarê Goteborgrê jî Navenda Civaka Kurd a Demorkatîk roja Yekşemê wê bi armanca protestokirina rejîma Îranê çalakiyekî pêk bîne.
Meş wê ji Parka Brunn saet di 14.00’an destpê bike û ber bi Store Teatern (Şanoya mezin) bimeşin.