Li Stocholm, Kopenhang û Dusseldorfê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî
Li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Danîmarka Kopenhangê û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo eşkerekirina berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 20 tîrmehê 2016, 17:29
Li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Danîmarka Kopenhangê û bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji bo eşkerekirina berpirsyarên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an çalakiya edaletê hate lidarxistin.
STOCKHOLM
Ji bo 3 jinên şoreşger; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku tevî 3 sal û 7 meh di ser qetlîamê re derbas bû jî hê berpirsyarên wan nehatiye diyarkirin, bi vê boneyê jinên Kurd ên li Stockholmê dijîn, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li Stockholmê xwestin ku qetlîam ronî bibe û kujer ji raya giştî re bên eşkerekirin.
Li ser banga Tevgera jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jin beşdarî aktivîteyê bûn û li ser navê jinan heyetek çû Sefaretxaneyê, daxwazên xwe ragihandin û dosyaya têkildarî qetlîamê pêşkêşî wan kirin.
KOPENHANG
Li paytexta Danîmarka Kopenhangê bi daxwaza ronîkirina qetlîama Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Fransa ya li Kopenhangê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin.
Bi sedan dowîz û pankartên bi nivîsa “Gelê Kurd êşa Fransa ji dil hîs dike û bi bîr tîne, hûn jî gelê Kurd fêm bikin”, “Li dijî hovan piştgirî bidin gelê Kurd” û “Em qetlîama Parîsê şermezar dikin, edaletê dixwazin” hatin bilindkirin. Her wiha di çalakiyê de bi sedan belavok jî hatin belavkirin.
Di çarçoveya çalakiyê de heyetek bi rayedarên Sefaretxaneyê re civiyan, dosyaya ku amade kirî ya têkildarî qetlîamê pêşkêşî wan kirin û daxwaza ronîkirina edalet û diyarkirina kujeran hem bi nivîskî û bi gotinî ragihandin. Rayedarên Sefaretxaneyê jî soza ku wê daxwaz û dosyaya ku gihandî wan bigihînin kesên peywendîdar dan.
Her wiha girseyê êrîşa ku di 14’ê Tîrmehê de ku dema pîrozbahiyê li bajarê Nice ya Fransayê pêk hat jî şermezar kir û ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane gul danîn.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya edaletê hate lidarxistin. Di çalakiya ji hêla YJK-Elmanya û CENÎ hate organîzekirin de Kurdistaniyên li NRW’ê amade bûn.
Ji ber dewleta Fransa doz taloqî dîrokek nediyar kir, TJK-E jî bang kir. Li ser vê yekê di çalakiyên Çarşemê de ku li bajarên Ewropayê hemwext hatin lidarxistin, pankarta “Yên Daraz Taloq kirin Hevkarên Sûc in” hilgirtin.
Girseya li ber Sefaretxaneya Fransa ya li qada Martîn Lûther Kîng kom bû, piştî mîtînga saetekê dest bi meşê kir. Bi rasthatina qetlîama Pirsûsê jî ku 20’ê Tîrmehê pêk hat, pankarta ku şehîdên Pirsûsê bi bîr tîne jî hate vekirin.