Li Stenbolê polîsan êrîşî jinan kirin
Li Stenbolê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinan xwestin mîtîngekê lidar bixin. Lê belê polîsên Tirk nehiştin jin bikevin qada mîtîngê û êrîşî wan kirin.

Ji bo mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li meydana Îskele ya Kadikoy a Stenbolê, ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî wê beşdar bibe, jinan berê xwe dan qadê. Lê belê beriya destpêkirina mîtîngê, meydan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Danê sibehê bi sedan polîsan dor li qada mîtîngê girtin.
Jinên hatin herêmê, dema hewl dan bikevin nava qadê, rastî astengiya polîsan hatin. Di navbera jinan û polîsên Tirk de ji ber vê astengiyê nîqaş derket. Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê Murvet Yilmaz li vir peyivî û anî ziman, ku nabe pêşî li mîtînga jinan bê girtin. Yilmaz destnîşan kir ku ew ê mîtînga xwe pêk bînin. Hêzên dewleta Tirk hiştin ku bi tenê ji komîteya amadekar 10 kes derbasî qada mîtîngê bibin, lê nahêlin jinên li derdora qadê kom bûne, bikevin meydanê.
Tevî qedexeyê jî, jin herikîn qadê. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî jinan kirin.
Jinên ciwanê yên li hemberî êrîşên polîsên Tirk li ber xwe didin, Qada Kadikoyê veguherandine qada berxwedanê. Êrîşa polîsan û berxwedana jinan dewam dike.