Li Stenbolê meşa 8’ê Adarê destpê kir
Li Stenbolê meşa 8’ê Adarê destpê kir
Li Stenbolê meşa 8’ê Adarê destpê kir
Li Stenbolê bi hezaran jin bipankarta “Beden û biryar ya me ye, ji tundiya li ser jinê re na, jin alîgirê aştiyê û muhatabê muzakereyanin” ber bi Kadikoyê ve dimeşin.
Bi hezaran jinên ku li ser banga Platforma Jinan ya 8’ê Adarê ya Stenbolê li ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşa kombûn, pankartên bi Kurdî û Tirkî yên “Em dê li dijî polîtîkayên zayendperestî, şer, hejarî, dagirkirina keda jinan berxwe bidin û xwe birêxistin dikîn” vekirin. Li pişt pankarta mezin rêxistinên jinan cihê xwe girtin.
Jinên Kurd bi pankarta Tevgera Jinên Azad û Demokratîk li korteja herî girseyî cihê xwe girtin, her wiha bicilên netewî reng da meşê. Jinên Kurd bi pankartên “Ji Rosayan heya Sakîneyan, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye” û “Ji Ocalan re azadî, ji qirkirina jinê re na” vekirin.
Jinên femînîst jî bi pankartên “Beden, jiyan û biryar ya me ye, malbata we bila ji we re be” û li dijî polîtîkayên AKP’ê yên dijminahiya jinê dikin slogan avêtin.
Meclisa Jinê ya HDK’ê ku îsal yekem 8’ê Adara xwe pîroz kirin pankarta li ser “Em li dijî şer, hejarî û komkujiya jinan xwe birêxistin dikin” nivîsî vekirin.Jinên HDK’ê ku kampanya aştiyê ya HDK’ê daxistin qadan, pankartên “Jin alîgirê aştiyê ne, muhatabên muzakereyanin” hilgirtin. Li pişt pankarta mezin ya HDK’ê jinên hevgirtiyên HDK’ê cihê xwe girtin.
Meclisên Jinên Sosyalîst ku bi pankarta “Deng bide bila şer raweste, bila tundiya li dijî jinê bidawî were” tevlî mitîngê bûn, di heman demê de daxwaz dikin ku keda ku di hundirê malê de tê dayîn bipere bikin.
Jinên SDP’ê jî bipankarta “Em bêdeng nabin, natirsîn, îtat nakîn” vekirin, jinên EMEP’ê jî cihê xwe di kortejê de girtin.
Di meşê de li gel jinên HDK’ê, jinên ODP, Jinên Malagel, Jina Demokrat ya Nû û jinên Anarşîst jî heyî gelek sazî tevlîbûn.
Hate dîtin ku tevlîbûna rêxistinên ked û pîşeyê tê de kêmbûn, Sendîkaya Jinên ÎMECE, jinên karkerên malê jî bi daxwaza “karên malê bila bikeve zagona kar de”, “Ji jinên malan re ewlehiya sosyal” slogan avêtin.
Jin bi slogana ber bi Qada Îskele ya Kadikoyê ve diçin.