Li Stenbolê jinên kedkar jinên Êzidî bibîranîn
Jinên Kedkar, bi boneya salvegera qirkirina Êzidiyan a li Şengalê yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hate lidarxistin, qirkirina jinan li Qada Galatasarayê bi şonoyekî protesto kirin.
Jinên Kedkar, bi boneya salvegera qirkirina Êzidiyan a li Şengalê yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hate lidarxistin, qirkirina jinan li Qada Galatasarayê bi şonoyekî protesto kirin.
Jinên Kedkar diyar kirin ku qetilkirina jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve û frotina wan a li sûkên koleya, ji bîr nekirine, Jinan wiha got: “Em weke Jinên Kedkar banga me ya azadiyê, gelê Kurd, bi azadiya Êzidiyan agirê xwe geş dikin.”
Jinên Kedkar bi boneya 2. Salvegera Qirkirina Êzidiyan a li Şengalê li Qada Galatasarayê kom bûn, bi şanoyekî lîztokî jinên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û destavtin bibîr anîn. Jinan pankarta “ Jin, Îsyan, Şoreş” vekirin û dovîzên “Li dijî qirkirina em serî li hember cîhanê bilind dikin” hildan, bi yek dengî gotin ku; ‘Me qirkirina Jinên Êzidî ji bîr nekiriye û em ji bîr nakirin’ qîr kirin. li ser navê Jinên Kedkar Nûrten Karahanci daxuyanî da û wiha anî ziman: “Beriya 2 salan me şahidî ji tirajediyekî mirovatiyê kir. Çeteyên DAIŞ’ê yên hov xwstin ku Şengalê bi fetisînin, bi hezaran findên jiyanê vemirandin. Mirovahiya ku hate qetilkirin koçberî Şengalê hatin kirin; cîhan tenê temaşeyî qêrîn û axînên jinan, dayînkan kir.”
Karahanci diyar kir ku dest û lingên jin û zarokan zincîrkirin, li sûkên koleyan firotin tarîtiya çerxa navîn anî bîra mirovan, Jinên Êzidî yên ku li hember vê qirkirinê serî netewandin û tenê rêya rizgariyê têkoşîn kirin dîtin, îro ji bo ji nû ve jînber bibin, jiyana xwe diparêzin. Karahanci bal kişad ku qetlîama ku jinên Êzidî jiyan kirin li tevahî cîhanê bi bedenên cûda cûda hatin dîtin, li tevahî cîhanê jin rastî destdirêjî, destavêtin, bi zorê kirin, ji jiyanê dûrxistin û zext li ser tê meşandin. Karahanci destnîşankir ku li Tirkiyeyê zext û êrîşên li ser jinê her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Daketin kolanan, yên ku tamê ji jiyanê hîs dikin bi polîtîkayên herî paşde mayî ji jiyanê dûr dixin. Em carekî din diyar dikin ku li hember van em serî natewînin.”
Karahanci bi gotin; ‘Jiyan bi aliyê me ye’ berdewam kir û wiha axivî: “Em wek Jinên Kedkar banga xwe ya azadiyê, gelê Kurd bi azadiya Êzidiyan agirê xwe geş dikin.”
Piştî daxuyaniyê li gel lêxistina erebaneyê, Jinên Kedkar bi şanoyekî jina ku bi zorê hatiye giritin û paç li ser xwe tavêje û jina Êzidî ya ku hatî azad kirin zindî dike pîşan da.Jinan diyar kir ku heta hemû jin azad bibin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Jina Îranî ya ku ji şanoyê bi bandor bû û mafê axaftinê girt û wiha anî ziman: “Li Îranê me jinan bi zorê digirin û dixin hindir de. Dema ku em serçavka xwe radikin me dixînin girtîgehê.” Jina Îranî da zanîn ku li hemberî vê zilmê me jinên Îranî li ser torên civakî kampanyayekî li hember vê zilmê dane destpêkirin, herî dawî wiha got: “Em vê esartê qebûl nakin.”