Li Stenbolê jin hatin cem hev
Li Kadikoyê bi banga KJA, HDK’ê, HDP’ê mîtînga ‘’Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêzin’’ dest pê kir.
Li Kadikoyê bi banga KJA, HDK’ê, HDP’ê mîtînga ‘’Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêzin’’ dest pê kir.
Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongra Jinên Azad (KJA) li Meydana Îskele ya Kadikoyê, bi dirûşma ‘’Li dijî darbeyan em azadiya xwe diparêzin’’ jin gihaştin hev.
Bi sedan jinên ku li qadê kom bûyin, li ber strana ku ji platformê dihat govend gerandin û qad bi dovîzên xemrî xemilandin. Li komcivînê wekîlên HDP’ê yên Stenbolê Huda Kaya, Filîz Kerestecîoglû, Pervîn Bûldan, Hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît amade bûn, li qadê pankarta ‘’Em li dijî darbeyan in, em azadiyê dixwazin’’ hate daleqandin, jinan, dovîzên ‘’Ji tecrîdê re na’, ‘Li dijî darbeyan werin kûçeyan azad bibin’’, ‘’Hurşît Kulter li kû ye?’’, ‘’Dinya wê bi têkoşîna jinan biguhere’’ hilgirtin. Sereqat dirûşmên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Li dijî darbeyan azadî li kuçeyan e’’ hatin berzkirin.
Tê payin ku Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît biaxive.