Li Sîlopiyê mîtînga 8'ê Adarê dest pê kir

Li Sîlopiyê mîtînga 8'ê Adarê dest pê kir

Li Sîlopiyê mitînga 8'ê Adarê ya ji aliyê DOKH'ê ve tê organîzekirin bi tevlîbûna hezaran jinan dest pê kir.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê mitînga ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi sloganên "Ji Ocalan re azadî ji qirikirinê re na" û "Ji Rosayan heta Sakîneyan soza we soz me riya we rêya me" di bin dorpêça polîsan de bi çoş dest pê kir. Bi hezaran jinan serê sibê bi kincên gelerî yên reng bi reng li xwe kirin ber bi qada Alîhêz a li taxa Barbaroyê a mîtîngê ve hatin cem hev û bi stranên herêmê govend girtin. Li qada mitîngê ya li ber quntarên Çiyayê Cudî pankratên "Em dê bi rêxistinê berxwe bidin, bi berxwedanê dawî li şîdeta li hemberî jinê bînin" û "Jin jiyan azadî" hatin daliqandin. Li qada mitîngê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin.