Li Silopiyayê, xwerêveberî, xweparastin û pêşengiya jinê hedef hatiye girtin

Endama Desteya Rêveber a REPAK'ê Meral Çîçek got, "Pêşengiya hevalên jin Pakîze, Sêvê û Fatma, temsîliyeta nasnameyî ya xwerêveberî û xweparastinê bûn. Di şexsê van hevalên me de êrîş li dijî mîsyona wan hat kirin."

Endama Desteya Rêveber a REPAK'ê Meral Çîçek got, "Pêşengiya hevalên jin Pakîze, Sêvê û Fatma, temsîliyeta nasnameyî ya xwerêveberî û xweparastinê bûn. Di şexsê van hevalên me de êrîş li dijî mîsyona wan hat kirin."

Endama Desteya Rêveber a Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek, komkujiya li Silopiyayê, ku Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir, endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr û endama KJA'yê Fatma Ûyar ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, ji ANF'ê re nirxand. 

Çîçek ragihand ku pêkhatina komkujiyê li yek ji navendên berxwedana xwerêveberî û xweparastinê Silopiyayê, rewşeke rasthatî nîne û got, "Hêzên li Parîsê komkujî kirin û yên li Silopiyayê komkujî kirin, heman hêz in. Siyaset û armanca wan yek e. Kujer heman kujer in."

'PAKÎZE NAYIR VÎNA XWERÊVEBERIYÊ YA SILOPIYAYÊ BÛ'

Çîçek da zanîn ku nasnameya jinên hedef hatine girtin nîşan dide ku êrîş bi zanebûn û plankirî hatiye kirin û got, "Hevala me Sêvê Demîr hevalek ji Koordînasyona KJA'yê û rêveberiya DBP'ê bû. Û kadroyeke têkoşîna azadiya jinê bû. Di şexê hevala Sêvê de têkoşîn û xeta azadiyê ya jinê hedef hat girtin. Hevala me Pakîze Nayir ji ber ku Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê bû, ew vîna gelê Silopiyayê bû. Lewma di şexsê wê de vîna gelê Silopiyayê hedef hatiye girtin. Hevala Fatma Ûyar aktîvîsteke jin e û mewziyên berxwedanê neterikandiye. Lewma xweparastin, sekna xwerêveberiyyê, xeta azadiyê, berxwedan û pêşengiya jinê, hedef hatine girtin."

Çîçek da xuyakirin ku piştî komkujiya Silopiyayê wan civînek lidar xistine û hin rêze biryar wergirtine. Çîçek li ser kar û barên xwe yên weke sazî ji niha û pê ve bimeşînin, ev agahî da: "Weke REPAK em ê li ser komkujiyên li hemberî jinan dosyayekê amade bikin. Em dibînin ku AKP ne tenê siyasetkee qirkirinê, di heman demê de polîtîkayeke qirkirina jinê dimeşîne. Hejmara jinên hatine qetilkirin bi tena serê xwe nîşan dide ku jin tên qirkirin. Bi qirkirina jinan re qirkirin li ser tevahiya gelê Kurd tê ferzkirin. Em ê vê mijarê bixin rojevê. Em ê bixin rojeva sazî û platformên navneteweyî. Li ser vê bingehê em ê hewl bidin rayedaran bixin nava tevgerê. Tevî vê yekê, weke Tevgera Jinên Kurd, ji bo hikûmeta AKP'ê ya berpirsyarê van komkujiyan e bê darizandin û hesab bê pirsîn em ê li nava saziyên pêwendîdar hewldanên xwe bidomînin. Em ê serlêdanan bikin. Dewleta Tirk sûcê şer dike. Bi dehan zarok qetil kir. Ev bi tena serê xwe sûcê şer e, sûcê li dijî mirovahiyê ye."

'EGER KOMKUJIYA PARÎSÊ BIHATA RONÎKIRIN, SILOPIYA NEDIQEWIMÎ'

Çîçek bal kişand ser komkujiya Parîsê ya beriya 3 salan siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û got, "Eger komkujiya Parîsê bi lezgînî bihata ron3ıkirin, rewşa li Bakurê Kurdistanê dibe ku îro gelekî cuda bûya. Ji xwe têkiliya kujerê komkujiya li Parîsê, diyaloga wî ya bi MÎT'ê re tê zanîn. Yanî ne tiştekî tarî ye. Lê belê, tevî ku di ser re sê sal derbas bûne jî hînê gaveke cidî ji aliyê Fransayê ve nehatiye avêtin. Ev helwest bû sedem ku heman hêzên qetlîamker li Silopiyayê komkujiyeke bi heman rengî bikin."

'DIVÊ JINÊN HEWLÊRÎ, MAHABADÎ Û EFRÎNÊ, AMEDÊ HÎS BIKIN'

Çîçek girîngiya têkoşîna gel û jinên herêmê bibîr xist û got, "Komkujî û qirkirina jinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, ne li hemberî parçeyekî bi tenê ye. Komkujî li hemberî tevahiya vîna Kurdan e. Ji ber ku gelê me dixwaze di çarçoveya vîna xwe de jiyana xwe diyar bike. Zîhniyeta dewleta nîjadperest, faşîst û yekparêz jî, bi komkujiyê re bersivê dide vê daxwazê. Bûyerên diqewimin li holê ne û zelal in. Ev yek nêzîkatiya li gelê Kurd e. Di hevdîtineke bi rayedarên Kurdistanî re danîna alekê, vê rastiyê naguherîne. Jinên li Hewlêrê dijîn, jinên li Efrîn û Mahabedê dijîn, pêwîste vê bibînin û hîs bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Çîçek bang li hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dijîn kir, ku li hemberî komkujiyên AKP tîne serê gelê Kurd û jinan qetil dike, dengê xwe bilind bikin.