Li Silêmaniyê 1.Konferensa Jinên Ciwan destpê kir
Li Silêmaniyê 1. Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakekî demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyan destpê kirin.
Li Silêmaniyê 1. Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakekî demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyan destpê kirin.
Li Silêmaniyê 1. Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakekî demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyan destpê kirin.
Li Silêmaniyê 1. Konferansa Jinên Ciwan Başûrê Kurdistanê li Salona CDO bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan berbi civakekî demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyên ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê hatin destpê kirin. Konferansê bi deqeqyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre ji aliyê delegeyan ve dîwanek 5 kesan pêk di hat ji bo rêvebirina konferansê hat hilbijartin. Yek ji endamê dîwanê keçek ji Şengalê bû.
Di salona konferansê de posterên Rêbrê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Jinên pêşeng yên weke Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez, Fîdan Dogan, Pakîze Naîr, Fatme Îyor, Sêvê Demîr, Viyan soran, Destîna Qendîl yên di rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane hatiye xemilandin. Her wiha pankartên “Li hember her cureyên êrîş û tundiyên li dijî jinê têkoşîna azadiyê jinan pêş dixin û di rêya şehîd Ronas û şehîd Bermal têkoşînê dikin û berxwedana Bakur silav dikin” hatine daliqandin.
Axaftina vekirina Konferansê ji aliye Hevseroka Giştî Şîlan Şakir ve hat kirin. Şakir bal kişand li ser têkoşîna jinên şoreşger û wiha got: “Ev konferans ji bo jinên Başûr re weke şoreşekê ye, em vê konferansê pîroz dikin. Di roja bi darvekirina jina şoreşger Leyla Qasim de lidarxistina konferansekî wiha de ji bo jinên Ciwanên Başûr peyemeke.
Heya niha li Başûr gelek rêxistin ji bo jinan pêk hatine, lê heya niha bi navê jinên ciwan li başûrê Kurdistanê konferansekî wiha nehatiye lidarxistin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo de pêk hat.
Her çar parçeyên Kurdistanê di qonexên girîng re derbas dibe. Ji bo vê yekê jî divê em bi vê rolê rabin.
Têkoşîna destpêkê ji aliyê du jinan ve hat destpêkirin; yek ji wan Sakîne Cansiz bû, lê niha bi hezaran jin li derdora vê têkoşînê kom bûne. Di her warî de cihê xwe girtîne. Di roja îro de êdî jin dîroka xwe dinivîsin. Di pêvajoya dîrokê de hêzên serdest dixwestin bi taybet jinan bêdeng bikin, lê roja îro de li Şengel, Rojava û Bakûr jin parastinê dike. Mînaka herî dawî ya Şengalê ye. 17 hezar pêşmerge li wir bûn ji ber jin di nava wan de nebûn nekarin bi parêzin, lê niha jinên Kurd di parêzin. Di roja îro de jinên Kurd planên li ser gelê Kurd pûç kirine. Îro Kurd bûnen xwedî statûyek siyastî.
Li Başûrê Kurdistanê heya niha siyaseteke bê jin hatiye meşandin, bi taybet li Iraqê tevahî rê nedane jin beşdarî jin beşdarî siyasetê bibin. Ji ber vê yekê lidarxistina konferansek wiha ji bo jinên ciwan û jinên Başûr gûhertinekî nû û şoreşî nû ye. Baweriya me heye eger jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin wê bikarin siyaseta dîkdator ya li Başûr heye bi guherin. Dûbere em konfansê li tevahiya jinên ciwan ên Başûr pîroz dikin.”
Piştre re ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên berê peyamek hat xwedin.
Wê di konferansê de ji bo Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê koordînasyonek were avakirin.
Wê konferans heya seatên êvarî dewam bike.