‘Li ser jinan fihûş û tiryak tê ferzkirin’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz diyar kir ku AKP li Bakurê Kurdistanê ji bo têkbirina civaka Kurd, şerekî pir qirêj dimeşîne û got: “AKP’ê bi taybet polîtîkayên xwe yên tehşîr kirinê li bajar û naçveyên hatine hilweşandin dimeşîne."

Li Tirkiyeyê rayedarên AKP’ê wekî rêxistina sûc daxuyaniyan li heberî jinan didin. Li ser van gefan ewlehî tune ye. Li Tirkiyeyê dozger rasterast van kesan diparêze û jinan weke hedef nîşan dikin. Li aliyê din AKP li Bakurê Kurdistanê ji bo têkbirina civakê, şerekî qirêj dimeşîne. Yek ji rêbaza ku AKP li bajarên Bakurê Kurdistanê bi kar tîne jî fihûş û tiryak e. Bi rêbaza fihûş û tiryakê AKP hewl dide ku civakê bixîne û bixe bin kontrola xwe. Yek ji navendên ku AKP vê polîtîkayê bi kar tîne jî Amed e.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Saliha Aydenîz polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan nirxand. Aydeniz got; "AKP’ê bi taybet polîtîkayên xwe yên tehşîr kirinê li bajar û naçveyên hatine hilweşandin dimeşîne. Li Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehrê bi destê alîgirên AKP’ê û polîsan bi berdêla pere jin neçarî têkiliya zayendî tê kirin.”

‘AKP POLÎTÎKAYÊN DIJMINAHIYÊ LI SER JINAN DIMEŞÎN E’

Aydenîz da zanîn ku AKP li Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayên dijminahiyê dimeşîn e. Aydenîz anî ziman ku li Tirkiyeyê jin herdem di hedefê de ne û wiha axivî: “Di dîroka 16 salan ya AKP’ê de tundî, kuştin, fihûş û ferzkirina tiryakê ya li ser jinê di asta herî jor de zêde bûye. Li Tirkiyê AKP rê li pêşiya hemû sazî û destgehên jinan digre û dixwaze dengê jinan bifetisîn e. Sedema vê yekê jî daxuyaniyên gef yên rêxistina sûç yên Serokomar, rayedarên AKP û Midûrên Midûryetan e. Di hemû axaftinên xwe de jinan û destkeftiyên jinan hedef nîşan didin. Mînak; Erdogan dibêje çawan jin û mêr weke hev dibin? Fitreta jinê de ev tuneye, divê jin sê zarokan bîne li ser dinyayê. Niha jî rektorên tayînkirine li ser zanîngehan dibêjin divê xwendekarên jin li gorî Îslamyetê cil û bergan li xwe bikin. Eger jin li gorî şertên Îslamê cil û berg li xwe nekin wê çaxê rastî tecawûzê bên. AKP û rêveberên wan hemû polîtîkayên xwe li ser deskeftiyên jinan ava dikin û dimeşînin.”

‘SULEYMAN SOYLU WEKE RÊXISTINA SÛÇ DI AXIVE’

Aydenîz destnîşan kir ku AKP bi polîtîkayên xwe yên li ser jinê dixwaze peyaman bide raya giştî û wiha pê de çû: “Ji ber gefên AKP’ê yên li ser jinê her roj 3-4 jin tên qetilkirin yan jî rastî tundî û tecawûzî tên. Bi hilweşandina bajar û navçeyên Kurdistanê re, tayînkirina qeyûman re ev yek du qat zêde bû. Li Tirkiyeyê sîstemek hatiye avakirin û ev sîstem jî hemû peyamên xwe li ser tundiya li ser jinê dide. Ev sîstem li dijî civakê ye, dema ku civak tune be jin ji tuneye. Li Tirkiyeyê Wezîrê Karê Hindir Suleyman Soylu wekî rêxistina sûc daxuyaniyan li heberî jinan didin. Soylu çiqas dixive gefan li jinan dixwe û hevserokên me hedef nîşan dide. Herî dawî di meclîsê Soylu gef li wekîla me xwar. Soylu û rayedarên din yê AKP’ê bi riya gefan û qirkinê jinan hedef nîşan dide. Ev kes dibêjin bi tilî hejandin û gef xwarinê welat tê rêvebirin. Em jî dibêjin bi riya tilî hejan din, gef û qîrînê tu kes li hemberî we serî natewîn e. Bi vî şeklî jî welat nayê bi rêvebirin.”

‘JINAN NEÇARÎ TÊKILIYA ZAYENDÎ DIKE’

Aydenîz da xuyakirin ku AKP bi polîtîkayên zeyendbûnê bedena jinê tehşîr dike û wiha got: “AKP li Bakurê Kurdistanê ji bo têkbirina civaka Kurd, şerekî pir qirêj dimeşîne. Yek ji rêbaza ku dewleta AKP li bajarên Bakurê Kurdistanê bi kar tîne jî fihûş û tiryak e. Bi rêbaza fihûş û tiryakê AKP hewl dide ku civakê bixîne û bixe bin kontrola xwe. Yek ji navendan jî Amed e. Hikûmeta AKP’ê bi taybet polîtîkayên xwe yên tehşîr kirinê li bajar û naçveyên hatine hilweşandin dimeşîne. AKP li navçeya Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehrê bi destê alîgirên xwe û polîsan bi berdêla pere jinan neçarî têkiliya zayendî dike. Bi vê yekê ve girêdayî li jinan tiryakê fez dikin. Li gel hemû gilîkirina nîştecihê herêmê Midûryetê Polîsan bêdengin û giliyê welatiyan nagrin ber çavan.”