Li Rûsyayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin

Li Rûsyayê pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin

Jinên Kurd yê li navçe û gundê Saratovê yê Rûsyayê jiyan dikin ji bo pîroz kirina cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gundê Nîpraxîn di şahiyet mezinde hatin cem hev.

Jinên Kurd yê li navçe û gundê Rûsya yê bajarê Seratovê bi boneya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gûnê nevçeya Azingê yê bajarê Saratovê Nîpraxînê hatin cem hev. Şahiya ku aliyê organizasyona jina ve hatibû amadekirin li Navenda Çand û Huner ya gundê Nîpraxînê hat li darxistin. Di şahêyê de li gel jinên Kurd gelek jinê Rûs jî amade bûn. Ji jinên amade re cigira Seroka  Navenda Çand û Huner ya gundê Nîpraxînê Tamara Îvanovna ji beşdarvana re axaftinek kir. Îvanovna di axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jina pîroz kir û got: “Di rojek wisa girîng de kombûna jina pir biwateye. Pêwîste jin di her mijarê de yekîtiya xwe xurt bikin. Ez 8’ê Adarê li jinên amade û li hemû jinê cîhanê pîroz dikin.” 

Pîşî axaftina Îvanovna ji Rêvebiriya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Reyhan Cûdî jî li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir. Cûdî di axaftina xwe cejna 8’ê Adarê diyarî hersê jinên Kurd yê li 9’ê Çile li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin kir û got: “Hemû jinên Kurd cejna îsal ya 8’ê Adarê diyarî hersê hevalê me yê ciwan kirin. em jî wek jinên Kurd yê li Federasyona Rûsyayê jiyan dikin, vê rojê dîyarî hersê jinên Kurd yê li Parîsê bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin dikin. Wan jinan bi tekoşîna xwe gelek tişt bi jina Kurd da qezençkirin. Ger îroj jina Kurd li kolana, di qada siyasî û civakî de li mafê xwe diğerin ev yek bi saya wan hevalan deye. Pêwîste em wan ji xwe re wek  mînak bigrin.”

Pîtî axaftina şahî bi stranên hunermend Berfîn, Koma Medya,  Koma Yekbûn û Koma  Asmîn ya govendê berdewamkir. Şahî heya direng bi sitran û govendê berdewam kir.