BI DÎMEN

Li Rûsyayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşeke mezin pîroz kirin.

ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ

TAMBOV

Pîrozbahî li avahiya Mala Kurdan a li navçeya Tambovê ya Rûsyaya Federal hat lidarxistin.

Berpirsyara meclîsa jinan Senema Fêro axivi û silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemu jinên Kurdistanê, gerîla û girtiyên zindanan re şand û 8'ê Adarê pîroz kir.

Senem ev tişt got: “Azadiya Kurdistanê girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”

Her wiha endama Tevgera TJKN’ê Fatma Arîn jî axivî û got: "8'ê Adarê li ser bingeha têkoşîna jinan hate bidestxistin, îro jinên Kurd xwedî li mîrateya vê rojê derdikevin û li gorî wetaya wê pîroz dikin."

pîrozbahî bi govend, mûzîk û dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ADÎGEY

Li Komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya jî ji bo pîroz kirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gel li hev civiya.

Civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan ve li Avahiya Mala Kurdan a herêmê hatibû lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Jinan Broêva Sînem axîvî û behsa wateya rojê kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Piştî civinê gul li jinan hate belavkirin.