Li Rojava yekemîn tabûra jinan hat avakirin

Li Rojava yekemîn tabûra jinan hat avakirin

''Tabûra Şehîd Rûken''yekem tabûra  Yekîneyên Parastinê ya Jin li Rojavayê Kurdistanê,  li Efrînê bi merasîmeke fermî hate îlankirin.

Li navçeya Cindêrisê ya Efrînê yekîneyên parastinê ya jin li Rojavayê Kurdistanê, tabûra xwe ya yekem a bi navê '' Şehîd Rûken'' bi merasîmeke fermî îlan kir. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Fermandara Tabûra Şehîd Rûken Axîn Nûcan axivî û got:

 ''Ji bo her kes bizane ku jin bi hemû hêza xwe tevlî şoreşa gel bûne, diviyabû tabûrên ta bi bet jinê di nava Yekîneyên Patastina Gel(YPG) de hebin''. Her wiha Nûcan da zanîn ku “ Şehîd Rûken'' yekem tabûra parastina jin li Rojavayê Kurdistanê tê avakirn lê dê ne ya dawî be. Di dawiya axaftina xwe de Nûcan got'' em  ê li her deverên ku YPG'ê heye, yekîneyên jinan bi rêxistin bikin.”

Piştî Nûcan Endama Kordenîsyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed axivî û ''Tabûra Şehîd Rûken'' li hemû gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybeta Efrînê  pîroz kir. Her wiha Ehmed têkoşerên jin ên Kurd Bêrîtan, Viyan û Şîlan yên di nava tekoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: ''Jin tenê bi rêxistinkirna xwe dikare xwe ji desthiladariya mêr azad bike, ji ber wê gerek jin li ser riya tekoşerên me behsa wan kir bimeşin''.

Di dawiya merasîmê de dayika Şehîd Rûken axivî û avakirina yekem tabûra jin li hemû gelê kurd û bi taybet jina pîroz kir. Di dawiya axaftina xwe de Dayika Şehîd Rûken soz da ku ewê bi hemû hêza xwe xebatên xwe berdewam bikin heta ku jin bi temamî azad bibe.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ji gelek tabûran pêk tê, Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê ku Kurd lê hene diparêze. Herî dawî, roja 21’ê sibatê  li ser daxwaza gelê bajêr îro di saet 04.30an de ciwanên bajêr û şervanên YPG'ê berê xwe dan navendên rêjîma Baas û bi temamî azad kirin. Piştî ku bajar bi temamî ji bermahiyên rêjîma Baas hate paqijkirn şervanên YPG'ê tedbîrên xwe zêde kirin û dewriyên xwe li her derê zêde kir.Bajarokê Çelaxa yê Rojavayê Kurdistanê 45 kîlometrî rojhilatî Qamişloyê ye, li ser riya Girkê Legê Qamişlo ye. Piraniya şêniyên Çelaxa ji kurd û ereban pêk tê.

Herî dawî, şervanên YPG’ê di 9’ê Çileyê de dest bi dorpêçkirina Tabura Leşkerî ya Gir zîro kirin. Di vê dorpêçkirinê de ji 5 aliyan şer rûda û bû sedama kuştin û birîndariya hin leşkerên rejîma  Sûriyeyê. Piştî dorpêça 11 rojan berdewam kir, Fermandariya Biryargeha Navendî ya YPG'ê aşkere kir ku herêma Gir Zîro bi temamî ketiye bin kontrola wan.

Kurdan li aliyekê li dijî êrîşan liberxwe dan û neketin nava şerê qirêj, li aliyê din jî pêdiviyên siyaseta xwe ya serbixwe bicîh anîn. Di vê çarçoveyê de di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêvajoya şoreşê ku paşerojek wê ya dehan salan heye, pêngavek din pêşve bir û rêveberiyên bajaran girtin destê xwe. Roja 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê gel hêzên rejîmê ji bajêr derxistin, piştî Kobanê li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Tiltemir rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin. Her wiha li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Rakka û Hesekê jî li taxên ku piranî kurd lê dijîn, hêzên rejîmê hatin derxistin. Li bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo hêzên rejîmê hîn nehatine derxistin, lê ji bilî avahiyê fermî yên rejîmê, hemû bajar di destê gel de ye.

YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL

Bi destxistina rêveberiyên bajaran re kurdan xeta parastinê jî xurt kir. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di 2004’an de dest bi xebatên wê hatibû kirin û di sala 2011’an de bi awayekî fermî hatibû îlankirin, lez da xebatên birêxistinkirinê. Li tevahiya sînorên Rojavayê Kurdistanê yekîneyên YPG’ê hatin bicîhkirin û li dijî êrîşan jî destkeftiyên herêmê parastin.