Li Rojava bûyerên windabûna jinan zêde dibin

Li Rojava bûyerên windabûna jinan zêde dibin

Jina ciwan Zeyneb Mihemed a 20 salî ev 3 roj e winda ye. Li aliyek din beriya 4 mehan jina bi navê Sabrîn hewara xwe ji bo asayîşê biribû, lê tu agahiyek li ser nasnama xwe nade asayîşê. Asayîşê wêneyê Sabrîn da çapemeneyê û ger kesek wêneyê Sabrîn nas bike asayîşê agahdar bike.

Li bajarê Qamişlo jina ciwan Zeyneb Îbrahîm Mihemed a 20 salî beriya 3 rojan ji mal derketiye û carek din nevegeriyaye mal.

Malbata Zeyneb diyar kirin ku keça wan ji pêncşema borî ji mal derketiye û carek din ne vegeriyaye mal. Malbatê da zanîn ku tevî hemû hewildanan keça xwe nedîtine. Malbatê bang li kesên ku agahî li ser keça wan hebin, wan bi telefonê agahdar bikin. TEL: 845555/0947815229

Beriya 4 mehan jina bi navê Sabrîn hewara xwe ji bo asayîşa bajarê Hesekê biribû, lê Sabrîn tu agahiyek li ser nasnameya xwe nade asayîşê. Asayîşê wêneyê jina bi navê Sabrîn da çapemeniyê û ger kesek wêneyê Sabrîn nas bike bila asayîşê agahdar bike. Her wiha hêzên asayîşê diyar kirin kesê ku Sabrîn nas bike bila li wan reqemên telefonê li asayîşê bigere. Asayîşa Hesekê: 360 903 / Asayîşa Qamişlo: 466 438